15’ê Gulanê Roja Vejîna Zimanê Kurdî Pîroz Be!

 

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Em wekî Tevgera Jinên Azad (TJA), di serî de hemû têkoşerên ku ji bo ziman, çand û hemjiyaneke azad canfidanbûne bi bîr tînin û cejna vejîna zimanê Kurdî di serî de li jinên têkoşêr ên ku di hemû qadên jiyanê de li ber xwe didin, têdikoş in û li hemû Gelên Kurd ên her çar aliyên Kurdistanê pîroz dikin.

Belê, Ziman yan jî Ziwan çi ye, tê çi wateyê û di Danasîna Gerdûnê de çawa hatiye pênase kirin?

Li gorî heqîqeta dîrokî ya jin û mirovahiyê, ziman ne tenê hêmaneke bingehînî ya ragihandina di navbera mirovan de ye. Lewra ev ji bo ziman wê pênaseyeke kêm mayîn be. Eger ku ji nîveka civakê zêdetirîn jin be, pênaseya wê jî “Zimanê Dayîkê” be, pêwîstî bi pênaseyeke hê xwedî maftirîn pê heye ku were kirin. Eger ku “Jin Jiyan Azadî” pênaseya hebûna jiyandeya civakê be, ziman jî pênaseya hebûna nasnameya civakbûyînê ye. Her wiha di pênaseya ziman, jin û jiyanê de du kokên kirdeyî yên bingeha hebûn û xwebûnê hene.  Yek “Zî û yek jî  jî” ye.  Ev her du têgînên bingehîn ên “Zîn, jîn û jin” ê ji heman kokê ne û jêderkên hev in. Lewra erênî û neyênî her polîtîkayên di derbarê jînê de têne kirin, di heman demê de di derbarê zimên de jî tên kirin. Li gorî Danasîna Gerdûnî ya mafê Zimanê Dayîkê û mafê mirovan, “hemû civakên ku xwedî mafê ziman in, di heman demê de jî xwedî mafê wekhev in. Her kes xwedî mafe ku li ser axa xwe bi Zimanê xwe yên Dayîkê bijî û xwe perwerde bike. Ev di Danasîna Gerdûnî de weke mafekî xwezayî hatiye dîtin. Her weke din di Danasîna Gerdûnî de Hempeymana mafê Zimanê Dayîkê û mafê zarokan, di xalên 17, 29 û 30’î de balê dikişîne ser pêvajoya perwerdehiya zarokan û jiyana wan a civakî.

Lê mixabin hem di zagona welatan de û hem jî di pratîkê de tu kes îrayetî ji Zimanê Dayîkê re nekirine û her wisa gelek ziman bi şêweyên polîtîkayên şerê taybet ên hişmendiya pişaftinê tên winda kirin û di dîrokê de gelek ziman hatine winda kirin jî. Bêguman pênaseya vê rewşê tundiye û qirkirine. Ji ber vê yekê em pênaseya “Tundiya li ser ziman, tundiya li ser jinê ye û tundita li ser ziman û jinê tundiya li ser hemû nirxên civakî ye” bikin wê pênaseyeke ne şaş be û tam jî dê pênaseyeke di cihê xwe de be. Lewra di kesayeta jinê de ziman, çand û hemû nirxên civakbûyînî tê binpêkirin, qirkirin û winda kirin. Ji ber vê yekê di Danasîna Gerdûnê de dest nişan dike ku tundî û qedexeyên li ser Zimanê Dayîkê sûçê herî mezin a li dijî mirovahiyê ye. Lê mixabin ev 98 sal in ku dewleta Tirkiyeyê vî sûçê mirovahiyê dike. Ev 98 sal in ku zarokên kurdan ji avasazbûna komara Tirkiyeyê û heta îro ji mafê Perwerdehiya Zimanê Dayîkê bêpar in û ew bi her awayî rastî polîtîkayên şerê taybet ên jixwebiyanîbûn û pişaftinê tên. Ev polîtîkayên wan ên şerê taybetî yên ku li ser ziman û çanda kurdî tên meşandin baş nîşanî me dide ku mebest pêk anîna jenosit-jinosîteke hişmendî û zanistiye.

Lê bila îtîfaka yekpare baş bizanibe ku di serî de jin û hemû Gelê Kurd dê êdî bi gotinên wan ên xwexapandinê yên ku dibêjin “em wekhev in û xwedî heman maf in” bawer neke. Ji ber ku ev 98 sal in ku azadiya mafê fikir-raman û jîndebûna zimanê Gelê Kurd ji dest hatiye girtin. Di vê pêvajoyê de jî bi sedan jin rastî tundî û êrîşên polîtîkayên mêrdewletî hatin û hatin cezakirin. Di kesayeta jinê de jî gelek êrîşên pircureyî li ser ziman jî pêk hatiye. Ji ber ku ziman zimanê jinê ye û herî zêde jî jin li zimanê xwe xwedî derketiye û parastiye.

Bêguman em dikarin di vir de bi sedan mînakan bidin, lê belê ji bo balkişandina tundiya li ser ziman û binpêkirina mafên mirovan, mînaka Fatma Altinmakas û ya Berdevka me Ayşe Gokkan rûyê vê yê yekê ya herî balkêş û tirajedîn e. Fatma Altınmakas ji hêja birayê hemjînê xwe ve rastî tecawîzê tê, dema ku ew diçe karakolê daku giliyê wî bike, ji ber ku wê bi zimanê Tirkî nizanîbûye û nikarîbûye xwe îfade  bike, rayedarên dewletê ji wê re tercumen tayin nakiriye û wê şun de şandine mala hemjinê wê û her wisa ew ji hêla hemjinê xwe vê hate kuştin. Dîsa astengkirina daxwaza parastina bi Zimanê Dayîkê ya Berdevka me Ayşe Gokkan, rûyê herî şêberînî yên polîtîkayên îtîfaqa yekpareye ku derxistiye holê.

Belê, her çiqas bi salan e ku di şexsê jinê de polîtîkayên şerê taybet a hişmendiya mêrsalarî yên jenosit-jinosîtê yen wekî biyanî- jixwebiyanîbûn, bişaftin-xwebişaftinbûn, tundî, qirkirin û windakirina li ziman û nirxên civakbûnê hatibe meşandin jî, lê hêjayê gotinê ye ku ji destpêka dîroka mirovahiyê û heta roja me ya îro yên ku li hemberî van polîtîkayên hişmediya mêrsalarî têkoşiyaye, li ber xwe daye û di serî de ziman û hemû nirxên civakê yên etîk û estetîkê parastiye jin in. Lewra ji ber vê heqîqetê ye ku di Danasîna Gerdûnî ya mafê mirovan de têkoşîna jinan û mafê zîndewariya zimanê Dayîkê wekî mafeke xwezayî hatiye dîtin û parastin.

Lewra ji bo hemû neteweyan ziman çi be, ji bo  Gelê Kurd jî ziman ew e. Bi kurtasî ji bo Gelê Kurd jî Ziman nişaneya xwebûn- hebûna statûya siyasî û ya nasnameya azad e. Lewra bi salane ku di serî de jin û hemû Gelê Kurdî li dijî hemû polîtîkayên înkar û tunekirina ziman, çand Kurdî têdikoşîn û ji bo parastina ziman, çand û nasnameyeke azad li ber xwe dide û têkoşîna xwe didomînin. Hêjayê gotinêye ku di têkoşîna azadiya Gelê Kurd de gelek destkeftinên hêja hatine bi destxistin. Ji wan destkeftinan yek jî ronakbîrî, rojnamegerî û weşangerî bi zimanê kurdî ye. Di 15’ê Gulana sala 1932’an de Kovara Hawar bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan de li paytexta Sûriyeyê Şamê dest bi weşangeriya Kurdî kiriye. Zimanê Kurdî di vê werçerxa dîrokî de yekemcarîn bi tîpên latînî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî bi pêş xistiye. Her wiha Kovara Hawar, hawariya ziman di geşedan, pêşxistin û pêşdeçûyîna zimanê Kurdî de risteke mezin bi qasî şoreşekê werçerxa dîrokî de lîstiye. Lewra roja destpêka weşana Kovara Hawarê wekî roja cejna zimanê Kurdî, di 15’ê Gulana sala 2006’an de ji hêla Tevgera Ziman û Pêrwerdehiya Kurdî “TZPKurdî” ve di konferansa Ziman û Wêjeya Kurdî de, wekî roja cejna zimanê Kurdî hatiye pejirandin û pîroz kirin. Lewra ji wê rojê û heta niha her sal di 15’ê Gulanê de roja vejîna zimanê Kurdî tê pîroz kirin. Em jî wekî  Tevgera  Jinên  Azad (TJA) dîsa  dobare hemû têkoşerên ku ji bo ziman, çand û hemjiyaneke azad canfidanbûne bi bîr tînin û cejna vejîna zimanê Kurdî di serî de li jinên têkoşêr ên ku di hemû qadên jiyanê de li ber xwe didin, têdikoş in û li hemû Gelên Kurd ên her çar aliyên Kurdistanê pîroz dikin.

Her bijî Roja Vejîna  Zimanê  Kurdî!

Ziman me Hebûna me ye!

Bê Ziman Jiyan nabe!

Jin Jiyan Azadî!

  1. 04. 2021

Tevgera Jinên Azad (TJA)

 

 

You may also like...