20 hezar jinên reşîkî di 9’ê tebaxa 1956’an de ber bi avahiya hikûmetê ya Pretoridaya Komara Afrîkaya Başûr ve meşiyan.

20 hezar jinên reşîkî di 9’ê tebaxa 1956’an de ber bi avahiya hikûmetê ya Pretoridaya Komara Afrîkaya Başûr ve meşiyan. Di sala 1893’an de qanûna “Qedexeya derbasbûnê” li dijî reşîkan hatibû derxisitin û reşîkan nedikarin bê destûr li navendê bigerin. Li dijî vê yekê gelek çalakî hatin lidarxistin. Di sala
1954’an de qanûnek hat derxistin û li gorî qanûnê reşik bêbelge nikarin li bajar 72 saetan bimînin. Lê tu carî jin xwedî vê belgeyê nebûn.
Federasyona Jinan a başûrê Afrîkayê di nava 2 salan de amadekariya çalakiyê kirin û 20 hezar jin bi 14 hezar daxweznameyan ber bi avahiya hikûmetê ve meşiyan. Piştî ku daxwezname hatin teslîmkirin strana azadiyê hat vegotin. Meşa ku pêk hatî ji bo jinan bû dîrokeke û êdî li vir jin hatin dîtin. Di 9’ê tebaxa 1995’an de cara yekem li başûrê Afrîkayê Roja Jinan a Netewî hat pîrozkirin. Bi minasebeta meşa dîrokî ya sala 1956’an 9’ê tebaxê roja betlaneya fermî hat îlankirin.

You may also like...