RAPORA TUNDIYA Lİ SER JINÊ YA 2020 AN TJA’YÊ

JINAN LI KURDISTANÊ YA SALA 2020Î

 Meha Berfanbarê ya Sala 2020î

             

ESTPÊK

  • RÊ Û RÊBAZ
  • DANEYÊN TUNDÛTÛJÎYÊ Û KIRINA ANALÎZA DANEYAN
  • ÊRÎŞÊN LI DIJÊ TÊKOŞÎNA JINAN
  • XISTINA BIN ÇAVAN Û GIRTIN
  • POLÎTÎKAYÊN QEYÛMAN  
  • POLÎTÎKAYÊN TAYBET ÊN ŞER
  • ENCAM Û PÊŞNÎYAZ

DESTPÊK

Tundûtûjîya li hember jinan a bi her awayî ji berê da he ye. Tarîxa wê kevin e. Ev tarîx hem hemanekî sereke yê bi teşebûna modernîteyê ye, hem jî her roj di nav modernîteyê da xwe li çêkirin û birêxistin kirina xwe dewam dike. Di vê demajoya dîrokî da bîr û doza bi her awayî, felsefe, pergalên zanist û bawerîyê tevan dîwarê pergala pederşahîyê lê kiriye û em hanîne heta wê serdema nûjen ku mêr wek navend/ vîn û îrade, jin jî wek tişt-pasîf hatiye kod kirin.

Em jinên Kurd li dijê pergala pederşahîyê ya her kuştin, mirin û şer e bi hezaran sal in têdikoşin ji bo hebûn û jiyandina nirxên xwe yên civakî. Di demeka wisa ya bi tundûtûjî da em jinên Kurd hem doza nasnameya xwe hem jî ya zayenda  xwe dikin. Ev rê û rêbazên tundûtûjiyê yên li ser me tên sepandin ji zû da ye ku he ye. Ji gava ku li Kurdistanê dest bi têkoşîna nasnameyî hatiye kirin û bi vir da li ser erdnîgarîya me dewletê jin ji xwe ra kirine armanc û di vî şerê ku dewam dike da bûye xala hedefê. Di şer û pevçûna ji çil salan zêdetir e berdewam e mixabin qadeka şerê tê kirin yek jê jî em in. Ev polîtîkaya şer û tundûtûjîyê ku me jinan ji xwe ra dike hedef ne polîtîkayeka spesîfîk e. Li gelek cihên pevçûnên nasnameyî bûne û berdewam in, li Nepal, Saray Bosna, Hindistan û Sûriye, li Emerîkaya Latînî û hê li gelek cihên şer lê diqewime ji kirinên şer jî em dibînin ku nexasim jinan ji xwe ra dikin wek hedefeka taybet. Gava armanc tê pêkanîn, rê û rêbazên tundûtûjî, polîtîka û fam û feraseta îdeolojîk ji xwe ra dikin asas. Bi xwedî kirina hev û din a mêr û dewletê zexta li ser zextan li me tê kirin ku em jin tune bibin.

RAPORA TUNDIYA Lİ SER JINÊ YA 2020 AN TJA’YÊ

You may also like...