Azadiya Zimanê Me Azadîya Jîyana Me ye!

Îro 15ê Gulanê “Roja Cejna Zimanê Kurdî yan jî Roja Hawara Zimanê Kurdî ye. Hawara Zimanê Kurdî anku Kovara Hawarê di 15ê Gulana sala 1932an de bi pêşengiya Rewşen Berdixan, Celadet Alî Berdixan û gelek nivîskarên hêja de li Şamê hatiye derxistin. Di avakirin, rêvebirin û nivîsandina Kovara Hawarê de bidehan jinan kedekên pir pîroz dane. Lê çawa ku Zimanê me, axa me û welatê me di bin dagirkeriya sê netew-dewletan de hatiye parçekirin herwiha keda jinan jî ji aliyê hişmendiya mêrsalariyê ve hatiye parçekirin û tunekirin. Mixabin bi heman awayî jî zimanê dewletên serdest ên weke tirk, faris, ereb ku di serî de li ser jinan, zarokan û civaka kurd hatiye ferzkirin. Bi tqybetî jî ji aliyê van dewletan ve politikayên asimilasyon û entegrasyonê hatin kirin û bişaftineke mezin asta qirkirina ziman û çanda kurdî de dan meşandin û ev polîtîka hê jî didome.
Îsa jî bi dehan mamosteyên zimanê kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê ku pirraniya wan jin in ku Raperîna Jin Jîyan Azadî bipêşxistine hatine çezakirin, girtin û darvekirin. Li tirkîyê jî li ser berxwedêrên zindanan polîtîkayên tundî yên bişaftinê tê meşandin, axaftin, xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî tê qedexe dikin û bi sedan pirtûkên kurdî ku pirraniya wan pirtûkên jinan in hatine qedexekirin.
Em weke Tevgera Jinên Azad (TJA), bi hemû pêkhateyên xwe bi salane ku li dijî polîtîkayên dewletan ên înkar, îmha, qirkirin, bişaftin û biyabîbûna li ser jinan, zarokan û gelê kurd dimeşînin, ji bo hebûn û xwebûna bijîn têdikoşin û hebûna ziman, çand û hûnera xwe diparêzin. Me ji bo vê yekê jî berdêlên mezin dane û berxwedaneke bêhempa daye. Em di vê baweriyê de ne ku wê berxwedana me bi ser dê bi ser bikeve û em ê di esasê modernîteya demokratik de pergala pewerdehiya demokratik a bi zimanê kurdî îşa bikin. Di vê wateyê de em bangawaziya xwe ya ji bo statuya ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî dikin. Her wiha bangawazî di serî de li jinan û gele xwe yên kurd dikin ku li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Em bi vê baweriyê 15ê Gulanê roja cejna zimanê kurdî di serî de li dayîkên bi salane ku ziman û çanda me parastine, li hemû jinan û li tevahiya gelê kurd pîroz dikin.
Bijî Hawara Zimanê Kurdî!
Her Bijî Zimanê Kurdî!
Jin Jîyan Azadî!
Tevgera Jinên Azad (TJA)