Dem Dema Azadiya Ziman e!

21’ê sibatê roja zimanê dayîkê ya cihanê  ye. Piştî dewleta Pakîstanê zimanê Ûrdî weke zimanê fermî yekem û resen îlan kir di Sibata 1952’ an de li hember vê biryarê çalakvanên zimên ên Bangladeşî bertek nîşan dan û di encama bertekê de pevçûn derket û gelek çalekvanên Bangladeşî hatin qetilkirin. Ji ber vê bûyerê  (UNESCO ) yê (Lijneya Giştî Ya Rêxistina Perwerdehî, Zanistî û Çandê Ya Netewê Yekbûyî )  ji bo bîranîna şehîdên zimên di sala 1999’an de ji bo 21’ê Sîbatê bibe “Roja Zimanê Zikmakî Ya Navneteweyî” biryar daye û cara ewil di sala 2000’an de li her derê cîhanê ji bo piştgirîya pirçandî û pirzimaniyê  “21’ê Sîbatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” hatiye pîrozkirin.

Di dema îroyîn de wekî gelek zimanan zimanê Kurdî jî di bin xetereya asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê de ye. Di şexsê  jinê de  êrîşên cûr be cûr  li ser  zimanê Kurdî tê meşandin.  

  Ziman hîma bingehîn a hebûna neteweyan e. Çand û hunera gelan jî dîsa bi zimanê wan ê zikmakî tên honandin. Her  gelekî bi zimanê xwe yê zikmakî dikare wek netewe cihê xwe bigre. Lewra ziman ji bo gelan pir girîng e, çawa ku gel şikil didin zimanan ziman jî şikil didin gelan, bi vî awayî ziman dibin nasnameyên gelan. Çawa ku ziman wek zimanê zikmakî an zimanê dayîkê tê bilêvkirin di bipêşketina zimanan de rola dê anku rola jinê astekî jiyanî de ye. Ji ber wê bişaftina jinê hedefa pêşîn a dagirkeran e. Ji ber ku bi zimanê xwe stran gotibû ji hêla desthilatiyê ve ji Leyla Guven û hevalên wê re dahina cezaya disîplînê û Fatma Altinmakasa ku ji ber nebûna wergêrek Kurdî ber bi kuştinê ve hatiye kişandin du mînakên ji polîtîkayên bişaftina li ser jinê ne. Bi heman awayê kuştina çendîn ciwanan a ji ber bi Kurdî axaftin an bi Kurdî strangotina wan li bajarên metropolan, di meclîsê de  li ser axaftinên parlementerên Kurd  pênasekirina zimanê Kurdî ya wek zimanê naye zanîn, ji ber bi Kurdî strangotina komek ciwan a li kolanên stenbolê binçavkirina wan. Daxistina tabelayên bi kurdî dîsa çend mînakên ki bêtehemulî û dijminatiya desthilatiyê ya ji zimanê Kurdî re nîşan dide.

Em wek TJA’yê cardin balê dikşînin ser vê xetereya ku li ser zimanê Kurdî ku ji hêla desthilatiyê ve tê meşandin.

 Li gor daneyê UNESCO’yê 5 hezar ziman jê yên herêmkî zêdetirî 7 hezar ziman tên axaftin. Ji sedî 40’ê van zimanan bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Mixabin ji bo Kurdî jî rewş ne baş xuya dike. Lewre em dizanin zimanê ku nebe zimanê perwerdeyê û bişaftin û otobişaftinek wisa kûr li ser hebe xetereya ber bi wendabûnê ve çûyîn leztir dibe. Weke tê zanîn zimanê ku ne bi perwerdehiyê lê ji malbat, derdor an civakê hatiye hînkirin wekî zîmanê zikmakî tê pênasekirin. Di civakên ku di asta etnîkî û netewî de ne, zimanê ku di hemû têkilî û karûbarên civakî de tê bîkaranîn, dibe zîmanê dayîkê zimanê civakê ye. Civak ji bilî zimanê xwe yî dayîkê çend û zimanan hîn bibe û pê ragihandinê bike jî tu car nikare bibe wekî zîmanê xwe yê dayîkê. Lewma di Hempeymana Mafên Zarokan Ya Neteweyê Yekbûyî de, perwerdehiya bi zimanê dayîkê wekî mafekî bingehîn ê kesan tê pejirandin. Ji ber ku dayîk yekemîn afirineriya ziman û mamosteya jiyanê ye.

Di roja me ya îro de ne tenê li saziyên fermî ji kuçe û kolanan bigre heta girtîgehan li her qadê qedexe û zordestiya li ser zimanê Kurdî bi zêdebûnî tê domandin. Di hêla mafê mirovî anku mafê ziman de digel ku li ser zimanê me qedexe bi berfirehî tê meşandin û bi wê awayê peymanên navneteweyî yên li ser mafê zimanî tên binpêkirin jî mixabin ji hêla peymankarên navneteweyî ve jî tu hişyarî an jî bertek nayên bihîstin.

Em weke Tevgera Jinên Azad (TJA) di encamê de destnîşan dikin ku em dê li hember van polîtîkayên şer taybet ên desthilataran û  bişaftkar ên li ser zimanê xwe, li hember vê qirkirina çand-zimanê dayîka xwe weku xeta xwe ya binevşîn dibinin. Ziman û çanda xwe bi sekneke rewiştî û polîtîk diparêzin û civaka demokratik bi pergaleke perwerdehiya demokratik ve avasaz dikin.

Bijî Zimanê Dayîkê!

Zimanê me rûmeta me ye!

Jin Jiyan Azadî!

Tevgera Jinên Azd ( TJA)

You may also like...