Em Bi Civaka Demokratîk Dimeşin Ber Bi Azadiyê Ve!

Em 4ê Nîsana ku bûye hevgirtina ji nû ve zayîna gelan û bûye cihê xeyalên azadiyê, bi ruh û berxwedana 8ê Adarê û coşa Newrozê pêşwazîbikin.
Roja jidyaîkbûna Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan her wiha ji bo me jinan destpêka lêgerînêye jî. Birêz Ocalan dibêje ku :”Meseleya azadiya jinan bi her awayî girîngiya xwe diparêze” û bi van gotinan jî careke din meseleya azadiya jinan danî navenda meseleyên civakî.
Li gel vê heqîqeta heyî em jin bi gotina “Azadiya Rêberê Me Azadiya Me Bixwe ye” bersiv didin.
Em vê bangawaziya Aştî û Azadiya Civakek Demokratîk wek Ronesansa xwe dinirxînin û berpirsyariya wê ya ji bo civakîtir be digrin ser milê xwe.
Ji bo em li vê bangawaziya ku ji bo jiyaneke hevpar hatî kirin, xwedî derkevin; em hemû jinan di 4ê Nîsanê de bi şîara ‘Bi Civaka Demokratîk Em Dimeşin Ber Bi Azadiyê’ vedixwînin qadan. Em jin em ê ji bo avakirina aştiyeke birûmet û ji bo hatina biharê bi azadiyê tacîdar bikin, li qadan bin.
Di navbera 1-4ê Nîsanê li tevahiya bajaran em ê ji bo li xweza û axa xwe xwedî derkevin şitlên azadiyê biçînin.
Bi coşa ku 8ê Adarê bi Newrozê re bûyî yek, ji bo em di 4ê Nîsanê de bilindtir bikin, em ê li hemû bajaran şahiyan li dar bixin.
Di 3ê Nîsanê de li Rihayê di festîvala ku pêkwere de em ê di çadirên jinan de werin gel hevdû.
Di 4ê Nîsanê de bi pêşentiya jinan em ê ji Xalfetiyê bimeşin Amara yê.
Tevgera Jinên Azad (TJA)