Em ê di vê 8ê Adarê de jî, bi baweriya xwe ya bi paradîgmaya azadiya jinê, em ê li her derê li dijî kuştina jinan serî hildin!

Hişmendiya serdest a mêr a ku bi hezaran salan zanîn, ked, laş û vîna jinê desteser kiriye, di vê serdema ku em tê de dijîn de jî hewl dide polîtîkayên xwe yên qirkirinê bi rewakirinê bidomîne. Di dema ku tundî û qetlîamên li ser jinan bûye qirkirin de desthilatdariya serdest a mêr bi xelatkirina sûcdarên li dijî jinan, bi polîtîkayên bêcezakirinê, hedefgirtina maf û destkeftiyên jinan, vekişîna ji Peymana Stenbolê, xwestina mafê nefeqê û li dijî tundiya li dijî jinan, girtina navendên jinan ên şaredariyên me, kuştinên jinan rewa kiriye. Komkujiyên ku di bin navê “evîn, hezkirin” de tên kirin û kiryarên çeteyên ku bi teybetî jinên kurd ên ciwan hînî tiryak û fûhûşê dike, diparêzin û belavdikin, nîşaneya wê yekê ne ku politikayên şerê taybet bi hemû amûrên xwe ketine meriyetê. Kuştin û windakirina Gulîstan Doku, Rojîn Kabaiş, Pinar Gultekîn û bi dehan jinên ciwan ên ku navê wan nayên hejmartin ji van polîtîkayan ne serbixwe ne. Di sala 2024’an de 394 jin, di encama tundiya mêr-dewletê de hatin qetilkirin, 20 jin jî tevî biryara parastinê nehatin parastin. 111 jin jî ji ber ku xwestine hevjînên xwe berdin hatine kuştin.