Em jiyaneke Azad Diparêzin

dibêjin, em ji kuştin, destgîrkirin û zindanîkirinê natirsin, em jiyanê ava dikin, em desteserkirina mafên bijartin û hilbijartinê tu carî qebûl nakin. Serboriyên me parastina me ya cewherî ye, hevserokatî xeta me ya mor e.

 

Me hemû komkujî bi serkeftî têk birin û em heta îro hatin û em niha jî bi kampanyaya xwe ya “em xwe diparêzin” vê berxwedanê didomînin. Em ê li ber zihniyeta mêrperest û rejîma AKP-MHP’ê serî netewînin û berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê xwe li dijî hemû êrişan biparêzin. Ev mafê me yê bingehîn e. Em cardin dibêjin kuştina jinan polîtîk e.

 

Îro li Kurdistanê, çawîşên wek Musa Orhan, wek DAIŞ’ê jinan direvînin, destdirêjiyê li wan dikin û wan dikujin. Dîsa li Dêrsimê, Gulistan Doku hîn jî wenda ye. Li Agiriyê leşkerekî Buşra, li Wanê jî gardiyanekî Dîlan qetil kir. Li Şirnexê çawîşekî destdirêjî jineke temenbiçûk kir. Polîsê bi navê Ercan Uysaler ê li şaredariya Mêrdînê ya qeyûm de dixebitî, bi zorê destdirêjî li D.S’yê kir. Li Dêrikê, bekçiyekî hewl da ku jinekê birevîne.

 

Ji bo wê;

Di vê Kampanyaya xwe de: Em li Kurdistan û li Tirkiyeyê, di nav dewleta mêrperest, malbata mêrperest û civaka mêrperest de, li hemû destkeftiyên xwe yên me bi berdêlên giran bi dest xistine diparêzin û li dijî dagirkerî, destdirêjî, red û înkarê, em bedena xwe, jiyana xwe, keda xwe, axa xwe, ava xwe, zimanê xwe, azadiya xwe û hemû mafên xwe diparêzin.

 

Êdî bes e! Em li dijî zihniyeta mêrperest a rejîma AKP-MHP’ê û hevkarên wan ên mêrperest ên ku bi mîlîtarîzmê, bi nijadperestiyê û bi zayendparêziyê li dijî jinan tevdigerin, xwe bi îdeolojiya azadiya jinê diparêzin û dengê xwe bilind dikin. Em zilmê qebûl nakin, em ê ji bo jiyaneke azad û wekhev berxwedana xwe bilind bikin.

 

Em ê di Kampanyaya xwe de; li dijî tundûtûjiya zayendî, fîzîkî, derûnî, dîjîtal, aborî ya hikûmet, dewlet û mêran, têkoşîna xwe bilind bikin. Bêcezatiya tundûtûjiya li ser jinan sûcek e, hevkariya kujeran e. Em ê li ber vê zihniyetê serî netewînin û xwe biparêzin.

 

Em ê di Kampanyaya xwe de; li dijî êriş û polîtîkayên şerê taybet, li dijî tundûtûjiya zayendî ku jinan ji xwe re dike kole, li dijî zihniyeta ku ciwanan bi tîryakê ji civakê dûr dixe û bêrûmet dike, derkevin qadan û xwe biparêzin.

 

Em ê di Kampanyaya xwe de; li dijî lînçên ku jinên Siryan, Ermen, Êzidî, Kurd, gel û baweriyan ji xwe re dike armanc, têkoşîna xwe ya hevpar bilind bikin.

 

Em ê di Kampanyaya xwe de; civakê ji gotinên dîndar û kindar û nefretê û ji gotin û nivîsên pornografîk ên bi ser navê siyasetê tê gotin, biparêzin.

 

Em ê di Kampanyaya xwe de; li dijî pergala ku tecrîda li Îmraliyê wek komkujiyekê dimeşîne, azadiyê biparêzin. Em dibêjin tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

 

Em ê di Kampanyaya xwe de; li dijî rejîma AKP-MHP’ê ya ku lînçan li hemberî Kurdbûn, jinbûn û Kurdîaxêviyê organîze dike, mafê xwe yê perwerdehiya zimanê dayikê biparêzin, sazûmaniya xwe xurt bikin û li nasname û hebûna xwe xwedî derkevin. 3 qat êriş hebin, em ê 3 qatan parastina xwe xurt bikin.

 

Em ê di Kampanyaya xwe de; li dijî wê zihniyeta ku dixwaze hin xalên peymanê biguherîne, peymanê betal bike, îmzeyê vekişîne û kuştina jinan teşwîq dike, Peymana Stenbolê biparêzin. Em ê li dijî êrişa zayendî ya li ser zarokan û li dijî wan yasayên ku jinan bi êrişkarên wan re bi darê zorê dizewicîne, têkoşîneke bêhempa bimeşînin. Em wekî parastina xwe ya cewherî, li destkeftiyên jinên cîhanê, li

You may also like...