Em roja hemû dayikan pîroz dikin.

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Jinan ku di civaka dayiknijad de bi huqûqa dayiktîyê di avakirina civakê de rol girtine; ne tenê ji bo parastina mafê jîyana mirovan, ji bo siruşt û hemû zindîyan rêzik danîne, navbînkarî kirine û bûne alîya çêkirina aştîyê. Ji huqûqa dayiktîyê ya civaka dayiknijad heta roja me, dayiktî ne tenê wek çalakîyeke welidandinê dîtine, her wiha kirine bûnewereke nifşhilberîn û pîrozwer kirine. Hemû desthilatdaran hewl daye ku dayiktîyê li dijî “jinîtî”yê û ji bo tunekirina nasnameya jinî asîmîle bikin û bixin nava wê qadê ku jê re dibêjin malbat. Tenê di vê rojê de meqama dayiktîyê ku bihişt raxistine ber lingên wê, jinîtîya wê “anîne ser rê” û ew tenê wek evdek pênase kirine ku ji bo mezinkirin û hezkirina zarokên xwe berpirsyar e.

Em îro derdikevin derveyî jîyanên dewisandî û li ser wan jinan xeber didin ku ked ji bo avakirina civak, aştî û edaletê dane û têkoşîna azadîyê bi rê ve dibin. Dayika Emîne ku neçar hate hiştin ku bedena mirî ya zaroka xwe di sarincê de hilîne û dayikên ku li Roboskîyê bedenên parçeparçebûyî yên ewladên xwe berhev kirin, em lêgerîna wan a heqîqet û edaletê pîroz dikin. Dayika Emîne Şenyaşar ku 64 roj in nobeta edalatê digire û êşa qetilkirina zalimane ya zarokên xwe bire qada giştî, em berxwedana wê ya li dijî zilmê hembêz dikin û xwe hevbeşa êşa wê dizanin.

Ji Dayikên Plaza de Mayoyê heta Dayikên Şemîyê dayikên ku 40 sal in hemû pîrozîyên çêkirî yên desthilatdaran yên wekî “Şîna kê hêja ye bê girtin? Êşa kê pîroz e?” hilweşandine, em roja wan a dayikan pîroz dikin. Dayikan yek ji qedîmtirîn mafan “mafê definbûn û definkirinê” piştî hezaran salan ji nû ve dane ber pirsan, aqûbeta ewladên xwe pirsîne û li pey kuştarên kiryardîyar ketine û êşên xwe birine qada civakî û ew veguhertine têkoşînê.

Dayikên Aşitîyê; li dijî hemû gotinên şer ên desthilatdaran û li hember civaka ku desthilatdaran ew manîpîle kirîye, jîyaneke bêşidet û aştîyane roj bi roj, girê bi girê rêstine û têkoşîna xwe mezin kirine û qadên nû ji bo têkoşîna azadîya jinan vekirine. Dayikên ku dewlet dibêjin “ew dayikên terorîstan in” û ew ji rola pîroz a dayiktîyê dûr xistine, îsrara wan a li ser aştîyê û hişmendîya wan a civakî ku wan derxistîye holê da ku êşên ku hatine serê wan ji bo ku neyên serê kesên din em wan pîroz dikin. Pêwîstîya wan bi pîrozwerkirina desthilatdaran nîn e. Em roja dayikan a dayikên aştîyê pîroz dikin û têkoşîna wan hembêz dikin.

Ew dayikên ku tevî hemû hêrişan ji bo bidawîbûna grevên birçîbûnê bi hemû sazîyan re hevdîtin û gotûbêj kirin û bi laçikên xwe yên spî bûn sembo, em roja wan a dayikan pîroz dikin. Wan tevî tacizkirina dadgehan ku lê rast hatine, tevî biserdegirtin, binçavkirin û destgîrkirinan dest ji têkoşîna xwe bernedane û huqûqa dayiktîyê ji nû ve zindî kirine. Têkoşîna ku dayik bi rê ve dibin li dijî hemû neheqîyan e ku desthilatdaran afirandine. Ew roleke dîrokî ji bo jîyaneke azad û hevpar û avakirina aştîya civakî dilîzin.

Roja dayikan a wan hemû dayikan pîroz be ku li pey heqîqet û edaletê bi keda xwe têdikoşin, êşa ewladên xwe ji mala xwe û derdorên kevneşopane derdixin û dikin êşa me ya hevpar. Berxwedan û têkoşîna dayikan polîtîk e.

Em wan hemû hevalên xwe jî bi rêzdarî silav dikin ku zaûzêya bîyolojîk red kirine û zarok neanîne, lê belê di qadên din ên jîyanê de ked zêde kirine û rêya têkoşînê hilbijartine û di rêya têkoşîna azadîya jinan de teşe dane jîyana xwe.

Di vê sala dawîn de bi hatina pandemîyê şidet û feqîrî zêde bû û dayikên ku di nav malê de kedeke nedîtî hildiberînin, çêdikin, didin xwarin, didin têrkirin û malê paqij dikin û didin hev; çewisandina li ser vê keda hemû dayikan çewisandineke pergalî ye. Em careke din dupat dikin ku ev hemû xizmeta nedîtî ne tenê karê wan e, karê wan hemû kesan e ku di nav malê de dijîn.

Ew hemû dayikên ku li dijî şideta desthilatdaran, li dijî şer û feqîrîyê, li dijî hêrişên li ziman û bedena wan, li dijî asîmîlasyon û polîtîkayên şerê taybet her roj jinîtî, jîyan û hêvîyê ji nû ve hildiberînin, têkoşîneke şoreşgerane didin.

Em spasîya wan hemû dayik û jinan dikin ku li hemberî huqûqa çêkirî ya civaka çîndar, li hemberî eqlîyeta mêrane ya serdest li ber xwe didin, têdikoşin, berdêlan didin û jinîtîya xwe ji nû ve ava dikin. Bi boneya roja dayikan em di serî de dayika Hatîce ku di rêya azadî, demokrasî û aştîyê de bû nemir û li Sêrtê agir berda canê xwe, dayika Taybet, dayika Hedîye û dayika Qedrîye Kuranê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tîtin û di şexsê wan de roja hemû dayikan pîroz dikin.

 

Bijî têkoşîna me ya jinan

 

Jin Jîyan Azadî

  1. 04. 2021

TJA

You may also like...