ENCAMNAMEYA KONFERANSA ASAYÎ YA 5’EMÎN A TJA’YÊ

Bi coş, moral û baweriya ligelheviyê, me konferansa xwe ya asayî ya 5’emîn bi beşdariya 201 delegeyan di 24, 25 û 26’ê Rêbendana 2025’an de li Amedê çêkir. Em konferansa xwe ya ku me tê de biryarên girîng dan di kesayeta Sara, Gulistan Tara, Hêro û Cîhan de pêşkêşî tevahiya jinên ku bûne şehîdên şoreşê dikin.
Konferansa me ji bo nîqaşkirina rojevên me yên bingehîn ên ji bo avakirina modela me ya jiyana demokratîk, xwezaparêz û azadîparêziya jinan, ji bo mezinkirina angaşta me ya têkoşînê û afirandina jiyana azad bû bingehek û biryarên girîng hatin dayîn.
Pergala Modernîteya Kapîtalîst Li Dijî Hebûna Jinê Şerekî Giştî Daxuyandiye!
Li ser axa qedîm a ku em lê dijîn hîndekariya pêşîn a dayika zanyar bûye ava heyatê, di kefa destê komên jinan de şîn bûye û di rehên bingehîn ên berxwedanê de vejiyaye. Ji bo parastina tevahiya afrîneriyên jiyanî, ji xwedawendan dest pê kirine, carinan bûne Besê, carinan bûne Zerîfe û carinan jî bûne Sara. Îro jî ji bo parastina hîndekariyên dayika zanyar, em li ser heman axê têdikoşin, em şahidiya şerên xesp û înkarê ya şaristaniya dewletperest û di sedsala 21’emîn de werçerxana ku dîsa li ser heman axê qedera mirovahiyê tê diyarkirin, dikin.
Di pêvajoya ku me konferansa xwe çêkir de, şerên ku hîna jî li ser axên Ukrayna û Rûsyayê, Îsraîl û Fîlîstînê, Lubnan û Sûriyeyê didomin ên ku em wek Şerê Cîhanê yê 3’yemîn pênase dikin, girantir dibin. Nakokî û pevçûnên ku li Rojhialta Navîn diqewimin her çiqas wek şerdên di navbera dewletan de bên nîşandan jî, di bingeha xwe de divê mirov wek şerekî ku modernîteya kapîtalîst di serî de jin, li hemberî tevahiya hêzên civakî yên demokratîk daxuyandiye, pênase bike. Zayendperestî, nijadperestî, olperestî û faşîzma ku modernîteya kapîtalîst rakirine pêdarê, bi destê rêxistinên selefî û cîhadîst vediguherin sepanên tunekirina civakê. Ev rastî bi faşîzma ku li tevahiya cîhanê berbelav dibe, bi awayên cuda xwe dide der. Polîtîkayên qirkirina jinan ji vî aliyî ve, li erdnîgariyên cuda, bi rêbazên wek xizanî, cudakarî, girtina di hundir de, qetilkirin, mehkûmkirina di binê darê çanda destdirêjiyê de xwe mayînde dikin.
Tifaqa faşîst a AKP û MHP’yê îro li Sûriyeyê, piştî têkçûna rejîma Baasê ji bo ku gelê Kurd di pergala nû ya ku dê bê avakirin de bê statu bimîne, li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilxwînan pêk tîne. Ev êrîşên ku bi dijminatiya Kurdan pêk tên, hilweşandina şoreşa jinan a ku li Rojava pêk hat, modela pêkvejiyanê ya jiyana azad a gelan a ku pergala fişarî ya netewedewletê hildiweşîne ji xwe re dikin armanc.
Pergala serdest a mêrane êrîşî pergala jinên azad a ku li ser vê axa ku çanda xwedawendiyê lê derketiye holê ji nû ve vejiyaye, dike. Danjibîrkirina bîra me ya berxwedanê ya dîrokî wek bingeha hebûna xwe dibîne. Konferansa me êrîşên çeteyên SMO’yê ya ku Tirkiye piştgiriyê dide yên li hemberî daxwazên azadiyê yên gelê Sûriyeyê, komkujiyên ku dewleta Tirk bi ÎHA û SÎHA’yan li dijî gelê ku Bendava Tişrînê diparêze û endamên Koma Jinan a Zennubiayê pêk aniye şermezar kir û soz da ku ji bo ev kirin wek tawanên mirovahiyê di dîrokê de cih bigirin, têbikoşe.
Parçekirina Pergala Tecrîdê û Pêkanîna Azadiya Fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd
Di vê çarçoveyê de Konferansa me ji bo serdema nû avakirina pergala konfederal wek bingeha têkoşîna me pejirand û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan wek rojeveke bingehîn destnîşan kir. Îro, li herêma me, ji kuştinên jinan bigire heta aboriyê, ji çandê heta polîtîkayên qirkirina xwezayî, di bingeha hemû rewşên rizînê de pergala tecrîda ku hatiye girankirin heye. Bêyî ku ev heqîqet bê jibîrkirin, pêşvebirina têkoşînê ji her demê girîngtir e. Di vê çarçoveyê de, ji bo parçekirina pergala tecrîdê, pêkhatina paradîgmaya azadîparêziya jinê ya demokratîk û xwezaparêz bingeha herî girîng e. Konferansa me li gor van nîqaşan, bilindkirina têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê û pergala îşkenceyê û pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêzdar Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye armanc.
Li Dijî Polîtîkayên Şerê Taybet Xweparastina Me Dê Avakirina Pergala Konfederalîzma Jinan Be!
Polîtîkayên şerê taybet ên wek destdirêjî û destavêtinê, tiryak, fuhûş, ên ku ji aliyê rejîmê ve li Kurdistanê tên bipêşxistin û nirxên civakê yên bingehîn têk dibin, sepanên ku nasname û hebûna me bêwate dikin, bi taybetî jî hewla jirêderxistina jinên ciwan bê guman hemû nirxên azadiyê yên civakî dikin dirizînin. Tevgera me ya Azdiya Jinan dizane ku di serî de afirandina nasname û hişmendiya nasnameyê xweparstina herî bingehîn e. Û bi vê zanînê dê ji vê derê bersivê bide hemû êrîşên ku pergal pêk tîne. Wek jinên TJA’yî, bêyî ku em xwedîderketina li nasnameya xwe ya di hemû qadên jiyan û têkoşînê de û bi afirandina hişmendiyê rêxistinkirin û pêkanîna çalakiyên vê yekê ji hev cuda bikin, em ê bi biryardarî qadên jiyanê ava bikin. Ev biryardarî careke din ji aliyê Konferansa me ve hatiye dupatkirin.
Polîtîkayên qirkirinê yên ku hişê serdest ê mêrane di hemû qadên me yên jiyanê de pêk tîne, her kêliyê bi awa û teşeyên cuda derdikeve hemberî me. Xizaniya ku bi awayekî bi rêk û pêk belav dibe, rastiya takekesên ku bi polîtîkayên koçberkirinê tên bêwarkirin û bênasnamekirin, zarokên bi xetereyan re rû bi rû, ciwanên ku hewl tê dayîn enerjiya wan di nava pergalê de bê hepskirin, jinên ku di gerîneka tundiyê de bê parastin tên hiştin, careke din rastiya ku dê xeta me ya têkoşînê ji nû ve avakirin be, nîşan didin. Jin li tevahiya cîhanê û erdnîgariya me her kêliyê tên qetilkirin. Rastî destdirêjî û destavêtinê tên. Têkoşîna hebûnê ya jinên ku her cureyê tundiyê li wan tê ferzkirin, keda wan tê bênirxkirin, ji derveyî zarokanîn, hevjînbûn û evîndarbûyînê tu wate ji bo nasnameya wê nayê dayîn, bûye tirsa pergalê. Ji ber vê yekê ye ku bi binçavkirin û girtina di serî de jinên Kurd, femînîstên Tirkiyeyî û pêşengên tevgerên sosyalîst û çepgir her roj dibin armanc. Hîna jî nezanîna rewşa Gulistan Dokuya ku bi destê dewletê hatiye wendakirin, kuştina Narîna ku ji ber hişmendiya feodal a ku hewl tê dayîn ji nû ve bê vejandin bi awayekî bi zanîn hat qetilkirin û di tariyê de hiştina mirina Rojîn Kabaîş a li Wanê hincetên me yên em her roj serhildana xwe bilindtir bikin zêdetir dikin.
Tekane rêya bedewkirin û lêzêdekirina nirxên etîk û estetîk a jiyana ku her roj qeyran tê de tên jiyîn, ji nû ve avakirina civakê ye. Konferansa me di vê çarçoveyê de qeyranên piralî yên ku bi hev re tên jiyîn bi awayekî hûrbîn girt dest û angaşta xwe ya ku neh rehendên neteweya demokratîk bi avakirina qada civakî pêk bîne danî holê. Rê û rêbazên di serî de tax û gund, li hemû qadên me yên jiyanê, avakirina komun û meclîsên me hatin nîqaşkirin û polîtîkayên serdema nû hatin destnîşankirin. Gava ku em li dijî hişê mêrane bi jineolojiyê xweparstinê bi pêş bixin, em ê pergala konfederal ava bikin û teşeya jiyana nû li hemû qadên ku em lê hebin, biafirînin. Li dijî têkiliyên jin û mêran ên ku rewşeke qeyranî wergirtine, hevjiyana azad, li dijî malbatparêziya ku tê de hemû cureyên çanda xistinê tên kûrkirin, navendîparêzî û yekparêziya di hemû qadên siyasetê de, pergala hevserokatiyê, li dijî bîrdoziya olperest, parastina ligelhevbûna azad a baweriyan, esasgirtina çanda jiyana nû, li dijî xizankirinê hişmendiya aboriya komunal a demokratîk, li dijî talankirina xwezayê, hişmendiya xwezaparêz, li dijî faşîzmê bi hemû rengên xwe, bi awaye herî berfireh birêxistinkirina tifaqên jinan, avakirina konfederalîzma jinan, dê armancên me yên bingehîn ên serdema nû bin. Ji bo ku zanyariya jinan di qadên ku di yekdestiya zanînê ya hişê mêrane de hatiye hepskirin, bi bîrdoziya zayendparêziyê xwedî dibe, ji nû ve bê afirandin; dê cihên bi hev re xwendin, vekolandin û honandina hişmendiya hevpar bên çêkirin; em ê her malê, her kuçeyê, her gundî veguherînin akademiyekê û van armancan pêk bînin.
Konferansa me di van mijaran hemûyan de têkoşîna me û pîvanên me yên rêxistinbûnê nîqaş kirin û ji bo ku em bi destkeftiyên mezin ji kaosa pergalê derkevin, sedsala 21’emîn bikin sedsala ku tê de şoreşa jinan pêk bê, qeyranên piralî li ser bingeha jiyana azad bên çareser bikin, bûye bingeh. Ji bo ku konfederalîzma jinan li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, xwezaparêz û azadîparêziya jinan li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê bi tifaqên herî berfireh ên ku dê bên afirandin, derfet û delîve ji her demê zêdetir in.
Em dibêjin di vê serdema ku felsefeya Jin Jiyan Azadiyê li hemû erdnîgariyan tê berzkirin de, bi hêza ku em ji hevrayên xwe yên şehîd ên ku rêya me ronî dikin û di serî de zindan, hemû qadên têkoşînê werdigirin, em ê seferberiya xwe ya rêxsitinbûnê mezin bikin û tev bi hev re jiyana azad ava bikin.
Tevgera me ya ku bingeha xwe ji nirxên çanda xwedawendan digire, ji salên 90’î heta niha bi hevgirtina jinan û hezkirina zayendî wek robarekî mezin dibe û diherike. Konferansa me soza ji bo ku ev mezinbûn û zêdebûn wek yekîtî veguhere konfederalîzma jinan a cîhanê, di avakirina modernîteya demokratîk de her kes wek takekes bixebite, li dijî komkujiyên jinan têkoşîn bê geşkirin, daye. Konferansa me ya ku dibêje “Bi felsefeya Jin, Jiyan Azadiyê bîrdoziya zelal e, rêya me bi germahiya rojê ronî ye, heqîqeta me di rehên jiyana azad de diherike” bi coş û angaşta xwe vediguherîne biryaran, silav di serî de tevahiya jinên ku li Rojava li ber xwe didin û gelan kiriye û bi dawî bûye.
Tevgera Jinên Azad (TJA)