Gelê Berxwedêr û Jinên Berxwedêr Bi Ser Ketin

 

Di serî de gelê Kurd ê welatparêz û jin, ji roja pêşîn ve, li malan, taxan, kuçe û kolanan beşdarî xebatên hilbijartinê bûn, têkoşîna civakî xurt kirin û vê hilbijartina jî bi xeta azadîparêziya jinê bi awayekî serkeftî derbas kirin.

Bi saya serê hevalên me yên ku di berdêla canê xwe de sindoq û ray parastin, bi vîna gel, bi vîna jinan ev encam hat bidestxistin.

Em hevalên xwe yên ku di pêvajoya hilbijartinê de, bi vîna xwe di girtîgehan de ji bo dahatûya vî welatî li ber xwe dan, bi pêşniyazên xwe pêşengî kirin û li gel me bûn hevkarên vê pêvajoyê, silav dikin û bi minetbarî spasiyên xwe pêşkêşî hebûna wan dikin.

Ji bo piştgiriya ku tevgerên jinan ên li cîhanê û Tirkiyeyê di pêvajoya hilbijartinê de dan; ji bo helwesta wan a ji dil û can a ku dev ji berxwedanê bernedan, wek Tevgera Jinên Kurd, em wan pîroz dikin û ji bo keda ku dane spasiyên xwe pêşkêş dikin.

Bi vê hilbijartinê, xeta demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Rêya 3’yemîn afirandiye bi destê gelên Kurdistanê û jinan ketiye meriyetê, û israra jinan a di rêya 3’yemîn de careke din bi zelalî berbiçav bûye.

Ji pêvajoya pêşhilbijartinan ta niha, sekna me ya rêxistinbûyî û bi biryar a li hemberî êrîşên li dijî pergala me ya hevserokatiyê, polîtîkayên paşverû, zayendperest, nijadperest û olperest ên DAÎŞ’ê û hêzên kontra yên peyrewên wê yên li dijî hevşaredarên me û endamên me yên meclîsê, pûç û vala kirine. Jinên ku bi tu awayî dev ji hevserokatiyê û angaşta hevjiyana azad bernadin bi ser ketin.

Bi bernameyên me yên ku ji xebatên hilbijartinê yên klasîk cudatir bûn û me ew vediguherandin hevdîtinên civakî; Tevgera Jinên Azad careke din ket nava civakê, bi civakê re dan û stendin kirin û hevgiriya xwe xurtir kir. Van hevdîtinan careke din nîşan dan ku; avakirina azadiya civakî bes bi hêza jinên rêxistinbûyî pêkan e. Wê kelecana ku jinên bi darbeya qeyûman xwestin bên bindestkirin, li qadên taybet bên girtin û zindanîkirin li mal û kuçeyên ku mêtingerî bi awayekî kûr lê tê sepandin, pê pêşwaziya Tevgera Jinên Kurd kirin motîvasyona têkoşînê û hêza me zêdetir kir, rêya azadiyê li me ronî kir û di heman demê de berpirsiyariyên me careke din bi bîra me xist.

Wek ku em ji roja pêşîn ve dibêjin; hilbijartin armanc nîn in, ji bo avakirina pergala demokratîk, xwezaparêz û azadîparêziya jinê destpêk in. Hêz, serkeftin û vîna civakî ya ku me derxistiye holê, em ê bi avakirina pergala jinê geştir bikin.

Pergala mêrsalar a dewletê têkçûna xwe ya li hemberî gel û jinên rêxistinbûyî ya di hilbijartinan de, bi sepanên kêfî yên li dijî vîna gel, bi darê zorê, hewl dide destkeftiyên me xesp bike. Îro, li dijî hukûmata faşîst a AKP û MHP’yê ya ku di binê navê qaşo hiqûqê de dixwaze careke din vîna gel xesp bike, em ê parêzvaniya pergala xwe ya hevserokatiyê û şaredariyên xwe bidomînin û ji bo ku em yên xwe paşve wergirin em ê berxwedana xwe bidomînin.

Jinên Kurd, wek pêşengên têkoşîna azadiyê, ji bo bicihanîna berpirsiyariya xwe ya dîrokî, ji her demê zêdetir ji bo berxwedanê amade ne. Bi vê soz û baweriyê, em careke din berxwedana tevahiya jinan û gelên Kuristanê ya ku li kuçe û kolanan didome silav dikin, bi baweriya ku dê dozên mafdar teqez bi ser bikevin em vê serkeftina xwe pîroz dikin…

Tevgera Jinên Azad (TJA)

You may also like...