Hevrayên Me Yên Jin ên Filîstînî yên Hêja!

 

Em wek Tevgera Jinên Azad, wehşeta bê navber a ku dewleta mêtinger a Îsraîlê di serî de jin û
zarok, li gelê Filîstînê dike, bi hêrs lehnet dikin.

Jinên Kurd van tawanên li hemberî mirovahiyê yên ku li ber çavên cîhanê tên kirin dê di tu şert
û mercan de nepejirîne û hevgiriya xwe ya bi gelê Filîstînê re her û her bidomîne. Dîrok şahida
berdêlên ku we ji bo parastina av û axa xwe ya ku hûn li serê dijîn, çanda xwe û baweriya xwe
li hemberî dewleta dagirker a Îsraîlê dane ye. Ligel ku zarokên we bi awayên ku nayên
texeyulkirin jî qetil dikin, ligel tundiya zayendî ya ku hûn rû bi rû dimînin, ligel sirgûnkirinên bi
pergal, we dev ji azadiya xwe, av û axa xwe berneda. We hebûna Filîstînê bi xwîna xwe û
berxwedana xwe parast.

Nameya_hevgirtina_bi_fîlîstîn_re

You may also like...