JI ÇABEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

 

 

Di têkoşîna gelên ku tên îstîsmarkirin de, jinan her tim pêşengî kiriye. Ji van jinan yek jî Bêrîtan (Gulnaz KARATAŞ) e. Di vê pêvajoya ku îxanet û hevkarî şax dabûn de, Bêrîtan a ku rihê têkoşîn û berxwedana Rindexan, Besê û Zarîfeyan girtibû, bi çalakiya xwe teslimiyet û îxaneta heyî vala derxist.

 

Têkoşîna Jinên Kurdan, her serdem, li hemberî xeta îxanet û hevkariyê di nav têkoşînê de bûye û dê bibe. Em jin, vê xeta berxwedanê esas digirin û careke din dibêjin ku em ê domdarê vê xetê bin. Di van demên dawî de, arasteyî têkoşîna me jinên kurdan li hemberî êrîşên zêde û girtinan di vê pêvajoyê de jî em ji berxwedana xwe tawîz nadin û rêya xwe didomînin. Em di xeta berxwedana ku rêhevala Bêrîtanê ji me jinan re hiştiye jiyana xwe ava dikin.

 

Di salvegera şehadeta wê ya 28 mîn de di şexsê Bêrîtanê (Gulnaz KARATAŞ) de em hemû rêhevalên jinên xwe yên ku di têkoşîna azadiya jinan de nemir bûne bi bîr tînin. Em ê bi xwedî derketina mîrateya têkoşîna wan re vê rê bidomînin.

 

Di vê çarçoveyê de, wek Tevgera Jinên Kurd di van demên dawî de li hemberî qirkirina jinan, tecawiz, tacîz, jenosîda siyasî û şerê taybet ên ku çiqas diçe zextên xwe di vî warî de zêde dikin, bi dirûşma ‘Em Xwe Diparêzin’ li her qada jiyanê, li hemberî şîdeta bi her awayî, em xwe birêxistin dikin û têkoşîna xwe bilind dikin.

 

(TJA) Tevgera Jinên Azad

You may also like...