Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Her weke tê zanîn di têkoşîna azadiya jinan û ya gelê kurdî de bi hezaran jin û dayîn têkoşîneke bêhempa dane. Dîroka berxwedanê nivîsandine û di vê rêya heqîqeta azadîyê de nemir bûne. Ji dayîka Uveyş, Fatma Ateş, dayîka Taybet, dayîka Mulkîye Alp û ta dayîka Sakîne Arat bi hezaran dayîk pêşengî ji têkoşîna azadîyê re kirine. Di vê rêya heqîqeta azadiyê de berdêlên herî giranbûha dane û di vê xetê de nemir bûne.
Dayîka Sakîne Arat a ku 4 zarokên xwe di têkoşîna azadiya gelê kurd û ya mirovahiyê de daye, piştî têkoşîna xwe ya bêhempa ya zêdeyî 50 salan, duh çû ser dilovaniya xwe. Em bi bihîstina wefata dayîka Sakîne pir xemgîn in. Lewra dayîka Sakîne, bi têkoşîna xwe ya bêhempa ya bênavber dayî, dîroka berxwedan û têkoşîna azadîya her zindî hiştiye.
Dayîka Sakîne ku di heman demê de dayîka rêhevalê me Cemal Arat e, di sala 1984an de li dijî faşîzma Tirkiyeyê, conteya leşgerî, ziml, zordarî, înkar, komkujî, polîtîkayên bişaftin û bîyanîbûna li ser ziman, çand û hemûna kurdan û li dijî îşkenceker Esat Oktay, ala azadîyê bilind kir. Bi gotine “Berxwedan Jiyan e” ji nû ve vejîn afirand.
Dayîka Sakîne jî bi berxwedêrên zindana Amedê re pêşengî ji vê vejînê re kir û bû şahida vê dîroka zindî. Ev dîroka zindî roj bi roj jiya û şahidî kir. Ji berxwedana zindana Amedê, ji têkoşîna edaleta dayîkên şemîyê, ji grêvên birçîbûnê û ta têkoşîna dayîkên aşîtiyê, ew ta dawiya emre xwe bû mertaleke zindî. Ji bo aştî, azadî û wekhevîyê berxwedan û têkoşîneke bêhempa da. Wê, bêguman bi dîroka xwe zindî her tim rêya me ronî dikir û rê li ber mezinkirina têkoşîna me ya azadîya jinan, a gelê kurd û mirovahiyê vedir.
Em di serî de ji malbata xwe ya bi nirx û pîroz, ji dayîkên aştîyê û ji gelê kurd re sersaxiyê dixwazin. Em di kesayeta dayîka Sakîne Arat de hemû jin û dayîkên ku di rêya heqîqeta azadiyê de nemir bûne bi rêzdarî û biminnet bi bîrtînin û benja xwe li ber berxwedan û têkoşîna wan ditewînin. Em weke Tevgera Jinên Azad (TJA) soz didin ku em ê ta dawî dayîka Sakîne Arat û hemû berxwedêrên heqîqetê yên nemir, di têkoşîna xwe ya azadîya jinan û ya mirovahiyê de bidin jiyîn.
Tevgera Jinên Azad (TJA)