Ji Çapemenî û Raya Giştî Re

Em di pêvajoyeke ku hişmendiya mêrsalar li hemberî têkoşîna me û polîtîkaya me ya serdemê ya ku em bi şiyara “Dê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan” disepînin, dixwaze bi kodên netewperestî, nijadperestî û zayendparêziyê sazîbûyîna xwe pêk bîne re derbas dibin. Li Rojhilata Navîn guherîn çêdibin, ji nû ve tê sazkirin. Ev pêvajoya girîng ji bo me jinan hem derfet e, hem jî xetere ye. Beşdariya vê pêvajoya guherîn û vesazbûnê ya rêxistinî û bandorkertir ji bo azadiya jinan û Kurdan berpirsiyariyeke dîrokî dide me û em bi vê baweriyê tevdigerin. Li hemberî sedsala 21’emîn a ku sedsala jinan e amûrên faşîzmê dixwazin bi navê ‘sedsala nû’ sedsaleke ku ji jinan, Kurdan û gelên din re ji bilî şer, xizanî û qirkirinê tu tiştekî din nayne ava bikin. Rejîma AKP û MHP’yê ya faşîst HUDA-PAR’a ku wek maşika sî ya dewletê bi kar tîne jî daye gel xwe û dê li Kurdistanê siyaseteke li dijî Kurdan û jinan bimeşîne. Bêguman ev rewş ji bo me jinan sedema têkoşînê ye. Ligel ku hilbijartin qadeke ku gel têkoşîna xwe ya demokratîk di hawirdoreke adil de bimeşînin in, di rewşên dijber de vediguherin navgînên zordestiyê yên meşrûkirina hebûna serdestan. Tam jî di vir de, van hilbijartinên ku serdestan dixwestin hebûna xwe pê meşrû bikin, di hawirdoreke ne adil a pêkutî û zordestiyê de çêbûn.

Di hilbijartinên 2023’yan ên ku me wek navgîneke têkoşînê ya ji bo hilweşandina faşîzmê ya bi destê jinan û Kurdan û avakirina komara demokratîk dinirxand de, wek TJA, me li qadê bi ruhê seferberiyê peywir û berpirsiyarî wergirt. Ji bo ku em dawiyê li dijminatiya jinê ya vê desthilatdariya mêr a faşîst bînin, rê li qirkirina jinan a ku bi salan e bê navber didomîne bigirin, qirkirina ku faşîzm li ser gelê Kurd pêk tîne bi dawî bikin, ji bo ku gel mafê jiyaneke wekhev, adil û demokratîk a li vî welatî bi dest bixin, bi tevgerên jinan ên Tirkiyeyê re, wek Tevgera Jinên Kurd, me serperiştiya xebatên hilbijartinê kir. Di van rojên ku pêkutî û zordestî di pêvajoya hilbijartinê de jî bê navber didomiyan û me têkoşîna xwe di rewşeke newekhev de didomand de, bi dehan hevalên me yên ku di xebatan de cih digirtin û vîna veguherîn û demokrasiyê derdixistin holê hatin binçavkirin û girtin.

Em wek TJA, careke din vîna bi hezaran jinên ku di têkoşîna jinê de bûye kevneşopiya berxwedanê, dizane berpirsiyariya dîrokî ya ku dikeve ser milê xwe pêk bîne û ligel hemû dijwariyan jî, di xebatên hilbijartinê de bi rêgezên xwe yên serkêşiya berxwedanê xebitiye, derxistiye holê. Divê tevahiya hevalên me yên jin ên ku di van xebatan de cih girtine bizanibin ku; encam çi dibe bila bibe, me bi awayekî zelal û bi biryar, bi helwest û vîna demokrasiyê ya gelê xwe, bi awayekî serkeftî li hemberî neofaşîzma ku careke din serdest dibe li ber xwe da. Ev hilbijartin, ne hilbijartineke meşrû ye. Desthilatdarî di vê hilbijartinê de, di şert û mercên wekhev, demokratîk û zelal de bi ser neket. Desthilatdariyê bi siyaseta tundî, nefret û derewan heqîqet berovajî kirin û serkeftina xwe ya sexte daxuyand. Ji bo Erdogan ev serkeftin dê wek “Serkeftina Pîrûsê” bê binavkirin. Nîvê vî welatî vîna xwe ya guherîn û demokrasiyê daxuyandiye. Li Kurdistanê gel bersivek daye desthilatdariyê. Li hemberî encamên vê hilbijartina ku tu meşrûiyeta wê tune ye; em ê vîna demokrastiyê ya gelan biparêzin, ji bo vê yekê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin.

Em wek TJA, em ê her û her kirdeya pêvajoya vesaziyê bin. Û wek jin, em ê her û her baweriya xwe ya ku em ê bi inyada xwe, vîna xwe, israra xwe, hêviya xwe û bi hêza xwe ya rêxistinbûyî gelên xwe ji vê tarîtiya faşîzmê rizgar bikin, bidomînin û xurtir bikin. Ji ber vê xebata pir biwate û pîroz, di serî de ji tevahiya hevalên xwe yên jin ku bi mehan di kolanan de, di hemû qadên jiyanê de ji bo serkeftina hilbijartina 14ê Gulanê bi awayekî xwebexş, bê navber û bi inyad xebitîne û têkoşîneke bêhmpa dane re, rûh û hêza civaka demokratîk ji jinên ciwan re, ji hemû gelê Kurd û hêzên demokrasîparêst re spasiyên xwe dikin. Helwesta demokrasiyê û biryardariya ku di encama vê kedê de derketiye holê, wêrekiya vê yekê, serkeftina me ya herî mezin e. Ji bo ku em xwedî li vê serkeftinê derkevin û wê sertac bikin, wek TJA, di pêvajoya nû de jî em li hemberî dîrokê soz didin ku em ê bibin hêza pêşeng a berxwedan û serkeftinê.

Bi hev re, bi hêza xwe ya rêxistinbûyî em ê bi ser bikevin, em ê serkeftinê bînin.

Jin Jiyan Azadî!

Dîsa Jin Dîsa Azadî

Tevgera Jinên Azad ( TJA)

You may also like...