JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENİYÊ RE/Mêrdîn/ Sitlîlê!

Weke ku em dizanin di navbera mehên tebax û nîsanê de ûzman çawişek bi navê Eyûb, di wext û cîwarên cûda cûda xwe weke endezyar daye nasîn û  4 zarok bi xapandina tarîfa navnîşanê tacîz kiriye, di medyaya civakî de belav bû. Paşî jî ev kes hate girtin. Bûyer ew e ku ev tacîzkar di danişîna duyemîn ya 31 ê cotmehê de hate berdan. Di dojehgeha  vê iktîdara mêrperest de ev çiqasî ji rêzê be jî, em weke kesên xwedî wicdan û însan her û her va yekan ne bi dil, ne bi mêjiyê xwe qebûl dikin û hezm dikin. Parastina parezerê wî hişmendiya hezar salên zihniyeta mêran û ya 23 saliya îktîdara AKP ê derdixîne holê. Di parastina xwe de dibêje muvekîlê min bi zarokan re nehatiye rû bi rû, yanî hîn jî ji bo tacîzkar paqîj bike dixwaze wê derûniya ku zarok tar û mar kiriye dîsa bi wan bide jiyandan. Paşî dibêje ‘’em dibêjin zarok hema ewqasî jî nebiçûk in 17 salî ne û bi aqil in, telefonên wa yî biaqil hene dikarîbûn ev bûyer kişandiban kamera’’ di dawîyê de jî behsa hezkirina hevalên wî yê kar dike û ji ber kû leşkerek ji vê dewletê ye prestîja wî diparêze û berdana wî daxwaz dike. Mahkemejî  dîsa û dîsa weke ku li ser her tacîzkarî bi vî rengî derbas dibe ,dibêje ‘’bûyer di demek kurt de bû ye ji ber vê jî ev ne tacîz,tenê destavêtin e.’’

Em dizanin weke vê bûyera Nisêbînê li tevahiya Kurdistanê bi 100 an bûyerên bi vî rengî bi destê unîformayiyan hene. Ev jî bi awayek pergalî li ser  jinên kurd tê meşandin. Her dem jî piştî van qirêjiya dikin xwe dispêrin  al, netew û dewleta xwe. Dewleta wan jî wan bi tenê nahêle helbet. Ji 100 salên komara Tirkî û pê re Lozana tekperest de rêbazên vê pergalê  cûr bi cûr hate meşandin li ser jinan. Me ev ji tecawizên li ser jinên kurd de li  komkujiya Dêrsimê de dît, me ev di bişaftinên wan dema li ser jinên kurd re dît, me ev di dibistanên Yîîboyan de ji tacîz û tecawizên zarokan de dît, me ev di nav şer de piştî kûştinê teşhîr kirina bedenê jinan de dît. Em van naha jî bi van rengan; ji kişandina peymana Stenbolê, di zêdebûna bi destê dewletê ve cafeyên ku tê de fihûş û bikaranîna tilyakê zêde dibe dibînin, me van naha, di bin navê xapandina evînê de di jinên weke Gulîstan Dokû û Îpek Er de dît.

Şikl û şemalê tundî, qetilkirin û tecawizkirina jinên kurd pê re netewa kurd her dem hate guhertin , hema me weke jinan jî her dem rê û rêbazên nû yên berxwedana xwe jî afirand. Di meha tekoşîna li hember tundiya li ser jinan de em wê îddîa ya xwe bilindttir û geştir dikine ku;  emê weke jin, jiyanek bi têkoşîn bihûnin, bi hevgirtin û parastina xwe.

JIN JIYAN AZADÎ

Tevgera Jinên Azad (TJA) / Mêrdîn

 

You may also like...