JI RAYA GIŞTÎ Û KEDKARÊN ÇAPEMENIYÊ RE,

Bi avakirina netew-dewletê, ev zêdeyî sed salî ye,li ser vê axê jin, gel, bawerî, kedkar hatine înkar kirin û li ser feraseta yekperestiyê her tim siyaseta bişaftin û tundiyê hatinê meşandin. Bi taybetî siyaseta înkarê ya ku li hemderî kurdan hatiye meşandin de armanc mafên kurdan yên bingehîn, çanda wan, zimanê wan û qadên wan ên jiyanê tune hesibandin û ji holê rakirine.

Komar kete sedsala xwe ya duyemîn. Di sed sala borî de çareseriyeke demokratîk ji pirsgirêka kurd re  nehat dîtin. Di sedsala duyemîn de jî siyaseta înkar û tunehesibandinê didome.

Neyartiya AKP-MHP ku xwe dispêre neyartiya Kurdan û jinan her ku diçe mezintirîn dibe.

Ev neyartiya ku her diçe mezin dibe edî dixwazin bikin hiqûqek. Kirinên ku biryarên makezagon û AIHMê naynin cih, perdagala qayûmê ku vîna gelê Kurd bin pê bike, siyaseta qirkirina siyasî û siyaseta dîl girtinên, nîşaneya huquqa neyartiyê li hember kurdan û jinan e.

Ligel zextên li ser zimanê Kurdî, hewldana ku dixwazin kesên zimanên xwe diparêzin linç bikin ji siyaseta cûda kirinê ya vê desthilêtdariyê ne cihê ye.

Hemû tahrîbatên kû huqûqa neyartiyê jiyana jinan rast e rast dike bin bandora xwe, desthilatdarî bi rêya ser motîvasyona milîtarîzmê pêk tîne û ji jiyana me didize. Pergal bi hişmendiya dewletparêziya mêrane dixwaze tundiya li ser jinê asayî bike.Bi vê hişmendiyê xwezaya me talan dike av û çemên me qirêj dike.

Şewitandina daristanan, koçberî, surgûn û xizanî bi vê siyaseta talankerî bêtir  kûr dibe. Ev feraset bêtir dibe sedema bê azadî bê edaletî bê hiqûqî û xizaniyê.  

Deshilatdariya AKP-MHPê, bi taybetî ji nîsana 2015an û vir de pirsgirêka Kurd bê muhatab hiştin. Ev siyaseta şergeriyê bi tecrîdkirina Birêz OCALAN hate despêkirin. 

Tecrîda teqes di heman demê de tê wateya dijminatiya gelê Kurd ûdeskeftiyên wan.

Di pêşengiya zindanan de dixwazin tecridê li her qada jiyan û civakê bi pergalî bidin rûniştandin.

Em, weke jinên kurd bi awayeke vekirî vê dibêjin. Tecrîda ku ev 25 sal in li İmraliyê tê kirin tenê ne tecrîda li hember mirovekî ye. Ku em wisa bibînin em ê nikaribin rastiya bingehîn bibînin. Ji ber ku tecrida tê kirin rastiya tekoşîna azadiya gelekî ye. Tecrîda ku li ser birêz OCALAN tê meşandin  israra neçareseriya pirsgirêka gelê Kurd e. Dixwazin bi hemû amûrên şerên qirêş û taybet tekoşîna jinê ya azadiyê tecrîd bikin.

Ji ber vê yekê ji bo em tecridê bişkînin pêşengiya vê yeke divê rojeva me jinan de be. Tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê kurd û pirsgirêka jinên kurd e, tecrîd pirsgirêka hevpar ya hemû jinan û gelên blindest e. Ji ber ku tişta tê tecrid kirin di heman demê de jiyana jinan e. îro hevkarî ya faşîşt ya AKP-MHP ku di vê tecrîdê de israr dike û dixwaze vê yekê bike rêbazek herî zêde li ser jinan bandorê dike. Bi siyaseta şerê taybet vê yekê li ser jinên kurd pêk tine, bi qanûnên ku derdixe destkeftiyên jinan dike hedef. Li ser destkeftiyên jinan hevkariya mêr ya qirêj dike. Jin, bi hevkariyeke wisa re rû bi rûne ku ji perwerdehiyê heta siyasetê, ji hûnerê heta hilberînê, di tu qada rêveberiyê de naxwaze jinan bibîne û dixwaze wan ji jiyanê dûr bixe.

Di hemû qanûnên ku di dema nêzîk de hatin derxistin de bingeh pergala tecrîdê ye. Bi rakirina peymana Stenbolê ku parastina jinan ya jiyanê bû, bi qanûnên ku di demeke nêz de di derbarê mafê nefeqê de dixwazin pêk bînin, mebest ew e ku jinan ji jiyanê dûr bixin. Îro bi hiqûqa mêr bi medyaya mêrparêz, bi gotinên siyasî yên mêrane yên di qadan de tên gotin, gav bi gav jinan ji jiyanê dûr dixin. Kesên li hember jinan sûc dikin hêzên asayîşê bi zirha bêcezatiyê diparêzin, qirkirina jinan, tundiya li hember jinan, reva / meşrû dikin û ev desthiletdarî dixwaze tecrîdê bike rêbazeke rêvebiriyê.

Em dizanin ku hemû sîyaseta ku jin û destkeftiyên wan binpê dike encama tecridê ne. Divê em vê yekê ji bîr nekin û ji rojeva xwe dernexin. Divê, tişta ku pêk tê ji xizaniya jinê ji bê kariyê ji kedxwariya kedê û ji siyaseta şer û tundiyê  ji pergala tecrîdê cûda neyê dîtin.

Herî dawî li hember tecrîda ku ev 25 sal in  li ser birêz Ocalan tê meşandin em tekoşîna azadiya jinê bilind bikin û vê tecrêdê bişkînin, ev berpirsariya me hemûyan a bingehîn e. Navê tekoşîna li hember tecrîdê û şikandina tecrîdê yan din jî rawestandina qirkirina jinan e. Tekoşîna li hemberî siyaseta şer û tundiyê avakirina aştiyek birûmet e. Pêdeviya me jinan bi vê yekê heye. Ji ber ku li her qadên cîhanê kesên ku dibin bandora siyaseta tundiyê dimîne jin in. Kesên ku mecbûr dimînin qadan terk bikin, di riyên koçberiyê de rastî her cûre tundî, tacîz û tecawuzê dibin, em jin in. Li hemberî kesên ku  dixwazin  jinan bê nefes bihêlin, ji bo ku em karibin jiyaneke asayî bijîn tecrida ku sucê mirovahiyê ye karibe  bişkîne hêza jinê ye.

 Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan rojeva me ya bingihîn e. Ji ber ku em ji bo azadiyê em Azadiyê diparêzin. Ji bo edaletê em edaletê diparêz in.

Ji bo wekheviyê em wekheviya ku mafê me ye  dixwazin. Ji bo çaresariya demokratîk a pirsgirêka kurd em azadiya birêz Ocalan dixwazin.

Ji ber vê yekê, ji bo aşitiyeke mayînde em di 18.11.2023an de  ber bi Gemlikê ve dimeşin, em dibin gav ji azadiyê re, em dibin rê ji azadiyê re.

 

Tevgera Jînên Azad (TJA9

You may also like...