Jinên hêja 8’ê Adarê ya vê salê bi dirûşma “Em Li dijî Qirkirina Jinan, jiyanê Li dijî Tecrîdê Azadiyê Diparêzin” dest pê dike.

Clara ZETKÎN, ROSA Lûxembûrk û yên wek wan 8’ê Adarê bi têkoşîneke mezin,
berxwedan û di encema dayîna gelek berdêlan de wek mafê ku bi destên xistin û ji
jinên cîhanê re mîras hiştin. Rihê yekîtiya vê mîrasê, ji sed salî zêdetir e ji
erdnîgariyên cuda yên cîhanê bi baweriya bêdawî ya azadiya ku jin pê bawer dikin û
bi vê baweriyê bilindkirina berxwedana wan di avakirina Konfederalîzma cîhanê de
bûye bingeheke diyarker. A niha careke din li hemberî pergala serdest a mêrî,
şaristaniya kapîtalîst, kedxwarî û zayendiyê, serê xwe natewînin, wek jinên ku dev ji
mîsyona xwe ya pêşengtî û ji baweriya azadiyê bernadin, ji bo em daxwaza xwe ya
azadî û wekheviyê biqîrin tên gel hev. Em bi hev re; ji Emerîkaya Latînî heta
Polonyayê, ji Hîndîstanê heta Kurdistanê em ber bi 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên
Cîhanê ve dimeşin.

DAXUYANIYA STARTA 8 ADARÊ YA KURDÎ

You may also like...