Mizgîniya Ferhenga “Rengî Kurdî”!

Mizgîniya Ferhenga Rengî Kurdî

 

Jinan ji destpêka dîroka mirovahiyê heta îro di gelek waran de xebatên hêja û bi serkeftî kirine. Ji avasazbûna akademiyên ilm û zaninsta xwezayî ya civakê, akademiyên zanistên şîfayê, akademiyên avasazbûna zimanê dayîkê, pêşxistin, pêşdebirin û di her warî de pêk anîna perwerdehiya civaka rewiştî û polîtîk, aborî, parastin, reveberî û hwd. Jinan wekî kevneşopî her tim tecrube û cerebeyên xwe bi nifşeke dinê rê parvekirine û her wiha çandeke şopînerî di jiyana civakê de avasaz kirine. Ji wan stêrkên asîmanê herî bilind ên welatê rojê û şopînerên ziman, çand û hûnera xwe yek jî jina şahan e ya bi navê Seher Muêzî ye ku bi navê “Rengên Kurdî” ferhenga nivîsandiye. Ev xebata ferhenga “Renge Kurdî” pir xebateke balkêş e û bi qasî balkêşiya xwe jî cihê kêfxweşî û şanaziyê ye ku xebateke wisa hêşa û pîroz bi navê jinê ji civaka me kurdan re hatiye pêşkêşkirin. Bêguman mirov dikare li ser vê xebata pîroz a ferhenga “Rengên Kurdî” gelek tiştan bibêje û binivîsîne. Lê ya herî girîng ew e ku xwediyê kedê bi xwe biaxive û qala xebatên xwe yên li ser Zimanê Kurdî û nivîsandina ferhenga Rengên Kurdî bike. Me jî li ser vê rastiyê xwe gihişte jina hêja Seher Muêzî û bi wê re li ser amadekiriye û nivîsandina ferhenga Rengên Kurdî hevpeyvînekê kin bi zaravayê Soranî û wergera kurmancî pêk anî. Em ê vêga agahiyên hê berfirehtirîn di derbarê xebatên Zimanê Kurdî û ferhenga Rengên Kurdî de ji jina hêja Seher Muêzî hin bibin.

 

Navê min Seher Muêzî ye û xelkê bajarê Sineyê me li Rojilatê Kurdistan.
Heyama 13 sal in ku ez perjanê nivîsandina Ferhenga “Rengî Kurdewarî”.

Ji ber ku ez li malbateke tevnkar mezim bûme, her ji zarokaniya xwe de navên rengan bala min kişand û sereta di hişê min de û dûre di lênivîska xwe de min tomar dikirin. Piştî demeke dirêj min karî navên gelek rengan binivîsim, ew bû min biryar da ku weke ferhengek navên hemû rengên bi zimanê şîrînê Kurdî binivîsim û tomar bikim. Bo wê gund bi gund û bajar bi bajar ez diçûm û digeryam heta navên rengan kom bikim. Piştî sêzdeh salan û bi alokariya gelek dost û hevalên hêja min karî ferheng temam bikim û navê hema hemû rengan tomar bikim ku tam navên 72178 heftê û du hezar û sed û heftê û heşt rengan kom bikim û di ferhengê de tomar bikim ku di 4000 çar hezar rûpelan de cih girtin.

Pirtûk ber bi çapkirinê diçe, hêvîdar im ew ked û temen û zemenê ku min bo wê ferhengê daye, bikaribe goşeyekê di zimanê Kurdî û pirtûkxaneya Kurd de tijî bike û bibe cihê rezamendiya xwînerên Kurd û evîndar û zimanhezên Kurdî.

 

  1. 4. 2021/ Sine/ Rojhilat Kurdistan

 

Formun Üstü

 

You may also like...