Nîşeyek ji dîroka TJA’yê

Me weke TJA’yê di 15’ê Îlona sala 2020’an de kampanyaya “Em Xwe Diparêzin” bi civîna çapemeniyê û bi beşdariya gelek jinan, li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê pêk anîbû. Ji bajarên herêman, gelek siyasetmedar û aktîvîstên TJA’yê beşdarî civînê bûbûn. Me di danezana kampanyayê de destnîşan kir ku em ê têkoşîna azadiya jinan bilind bikin û me diyar kirin ku ji bo eşkerekirina polîtîkayên şerê taybet ên li herêmên Kurdistanê tên meşandin têbikoşin. Me di civîna xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku em ê li seranserê Tirkiyeyê û Kurdistanê gelek çalakî û atolyeyên bilind kirina hişmendiya zayendiya civakî li dar bixin û wê ev kampanyaya me hetanî 8’ê Adara 2021’an de bidome.

Dîsa me di 15ê Îlona sala 2021 an de li gundê Hûskut (Parmakkapı) yê navçeya Kozluka Êlihê di çarçoveya kampanya me ya “Ji bo guhertin û azadiyê rabin ser piyan” de, Mêhrîcana Danûkan lidarxistin bû. Mêhrîcana me ya ku bi danîna kazan dest pê kir bû, bi avêtina danûkan di ava kelandî de dest bi pijandinê kir bû. Jinan di destpêka kazan de stran digotin, ku hemû hevalên me yên jin bi hev re dabûk tevlihev dikirin. Piştî ku danûk pijandî û şûn de ji beşdarên mêhrîcanê re hat pêşkêşkirin, mêhrîcan bi stranên Koma Erbane ya Navenda Çanda Baharê re dîlan kirtibûn û her wiha mêhrîcana me bi kilamên dengbêjên jin bi dawî bûbû.

You may also like...