Roja ku ji Amarayê Hildaye hîn jî Jinan û Dinyayê Ronî dike…

 Rojbûna 73yemîn a Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 23 sal in di encama komployeke navnetewî de hat girtin û di bin mercên tecrîdê de li Girava Îmraliyê tê girtin li hemû gelan û bi taybetî li jinan pîroz be. 4ê Nîsana ku ji bo me tê wateya zayîna ji nû ve em bi çoşa Newroza ku me bi berxwedana xwe mezintir kiriye pêşwazî dikin.

 Birêz Ocalan gava gelê Kurd ji qetliamê hatin derbaskirin, bi polîtîkayên  komkujî, çandî û siyasî re rû bi rû man, li hemberî şelandin û dagirkeriyê têkoşîna hebûnê da destpêkirin. Pirsgirêka jinan a herî girîng dît û got heta ku pirsgirêkên jinan çareser nebin tu pirsgirêkên civakê nikarin werin çareserkirin. Bi vê rastiyê têkoşîna azadiya jinan di jiyana xwe de kir têkoşîna herî xedar.

Birêz Ocalan bindestiya jinan a li hemberî mêran û duyemînbûnê red kiriye, bi vê redkirinê pêşiya rêxistîbûnê vekiriye û di her dahûrandina xwe de pirsgirêka azadiya jinan wekî bingeh derxistiye pêş. Ev yek  ji bo tevgerên têkoşîna jinên Kurd rê vekiriye. Serokê Gelê Kurd dibêje ne tenê her tim dîroka kolebûna jinê , afirandina jinê ya dîroka civakî jî divê were gotin, Birêz Ocalan ji bo rasteqîniya jinan di nav jiyanê de cih bigire ked û hewldaneke mezin daye.

Paradigmaya Netewa Demokratîk a Birêz Ocalan bi Şoreşa Rojavayê re ket jiyanê û bû hêviya hemû gelên berxwedêr. Têgeh, teorî û saziyên di têkoşîna her çar perçeyên Kurdistanê de  êdî di giştiya dinyayê de bi baldarî tê şopandin. Dîsa zanîsta jinan Jîneolejî ji hêla jinan ve ji bo pêşve biçe xwedî lê tê derketin . Di dahûrandina têkiliyên di nav jin û mêran de bi têgeha hevserokatiyê di siyasetê de cih girtiye û li hemû qadên jiyanê tê pêkanîn.

Niha bi mîlyonan jin azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan ku 23 sal in di bin tecrîda heta niha  di dîrokê de nehatiyê dîtîn dixwazin. Tecrîda giran ku li ser Serokê Gelê Kurd tê pêkanîn, êdî di roja me de ji hêla hemû qadên civakê ve tê dîtin. Di serî de li jinan û li  hemû civakê jiyaneke tecrîdkirî tê ferzkirin. Tevkujîya jinan, tecawiz, tacîz û tundî her diçe zêdetir dibe, jinên pêşeng ku li hember vê yekê têdikoşin bi tehdîta binçavî û girtinê re rû bi rû dimînin. Dîsa di serî de girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî bi binpêkirinên mafan ku vegeriya ye îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Qeyrana aborîya her roj zêdetir dibe, bêkarbûn, kedxwarîna kedê û xizanbûna her roja ku diçe zêdetir dibe perçeyeke tecrîda Îmraliyê ye.

Azadiya Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadiya gelê Kurd û azadiya jinan pêwendiya dîrokî, felsefî û siyasî dihewîne, li hember serîgirtina vê rastiyê divê her kes ji bo lêgerîna azadiyê bibin yek. 4ê Nîsana ku bûye wateya ji nû ve zayînê li xwezayê, gelên berxwedêr, kedkar û hemû jinên ew ê rastiya jiyanê derxin holê pîroz be.

Em li hember hemû kesên ku di serî de gava çûne gundê Birêz Ocalan Amarayê û di meşên  4ê Nîsanê de êrîş li ser wan pêk hatine û hatine qetilkirin rêz digirin û em bawer dikin ew ê 4ê Nîsanê bibe sedema jiyaneke azad.

Tevgera Jinên Azad ( TJA)

You may also like...