“Serê salê binê salê roj û ronahî were vê jînê!

Gotineke ya pêşiyên me heye dibêjin; “Her gîha li ser koka xwe şîn dibe” ev gotineke rast û tam jî di cihê xwe de ye. Her netew li ser ziman û çanda xwe dibe netew. Lê di vê neyê jibîrkirin ku her tişta di çanda me de hebe rast e û heqîqet e. Di serdema felsefeya zimanê Mêhrî de û di serê sala kurdan, roja mêhr de ji bo wê digotin; “Serê salê binê salê roj û ronahî were vê jînê”. Ev têgîn di serdema çanda kapitalist a nêrsalariyê de vegeriya “ Serê salê binê salê xwedê kurekî bide vê malê. Lê heqîqet tucarî xwe nade wendakirin. Di serdema sala bîst û yekemîn de û bi saya têkoşîn û azadiya jinan ev têgîn dîsa vegeriya li ser kok û hebûna xwe. Doh bi pêşngiya saziyên em yên wekî ANKA, Med-Der û saziya çand û hûnerê ya Dîcle Firatê serê salê bi hebûn û xwebûna “serê salê binê salê roj û ronahî, aşîtî û azadî were vê malê hati bîroz kirin.

Em jî wekî Tevgera Jinên Azad (TJA) bi hest û bîr û baweriya roj û ronahiyê û aşîtî û azadiyê  ser sala hemû kurdan û gelê mezopotamyayê pîroz dikin.

 

You may also like...