Têkoşîna Azadiyê ya Jinan Nayê Darizandin!

Di çarçoveya lêpirsîneke derhiqûqî ya ku di 29.11.2022’yan de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatî destpêkirin, 23 hevalên me yên jin bi îşkenceyê hatin binçavkirin û paşê jî gelek hevalên me yên jin bi awayekî derhiqûqî hatine girtin. Rewşa girtîbûnê ya hevalên me yên girtî bi tevahî bi sedemên siyasî, bi polîtîkayên dijminane û sepanên kêfî ev nêzî salekê ye ku didome.

Van sepanên tundiya darazî yên ku li ser birdoziya dijminatiya Kurdan û jinan şax dane, têkoşîna azadiyê ya jinan a ku mezin dibe ji xwe re dike armanc; haya me ji vê yekê heye.

Ji aliyê desthlilatdariya mêrsalar a faşîst û mekanîzmayên darazê yên ku ji bo vê desthilatdariyê veguherîne amûrekê ve, jin her roj bi operasyonên siyasî tên girtin û bi vî awayî dixwazin bên bêdengkirin. TJA’ya ku hêza xwe ji têkoşîna azadiyê ya jinan digire û mezinkirina vê têkoşînê ji xwe re kiriye armanc, gelek caran rûberî tundiya darazê bûye û hewl tê dayîn ku wê îlegalîze bikin. Ji aliyê din ve jî çalakvanên TJA’yê û berdevka serdema borî; bi salên dirêj ên girtîgehê hatine cezakirin û hewl hatiye dayîn ku jinên Kurd bên krîmînalîzekirin.

Lê ew ê bi ser nekevin; her wekî ku heta niha bi ser neketine… Lewra em ji dîroka civakî hînî tiştekî bûne. Wek xewnereşka herî tarî ya desthilatdariyan, têkoşîna azadiyê ya jinan dê careke din rejîmên desthilatdarperest, zayendperest û faşîst têk bibe!

Li hemberî vê êrîşa darazê ya ku di şexsê TJA’yê de jinên Kurd ji xwe re dike armanc û domahîlka êrîşên berê ye, em careke din dibêjin; wek hêza rêxistinbûyî û azad a jinan, TJA, meşrûiyeta xwe ji berxwedana xwe û heqîqeta jinê ya ku nûneriya wê dike, digire. Lê ne bi awayekî hiqûqî, ne bi awayekî ehlaqî û ne jî bi awayekî civakî tu meşrûiyeteke wan kesên ku daxwazên azadiyê yên jinan û vê hêza rêxistinbûyî didarizîne, tune ye!

Wek TJA; li gor heqîqeta azadiya jinê em ê berxwedana xwe xurt bikin, xwedî li têkoşîna xwe û nasnameya xwe derkevin. Em di girtîgehê de bin jî, em li derve bin jî em ê her tim li ser şopa şîara “Bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi Azadiyê ve” bimeşin û bi tu awayî dev ji têkoşîna xwe bernedin.

Bi vê boneyê, di serî de jinên Kurd, em bangî tevahiya jinên femînîst, jinên Tirkiyeyî û tevahiya raya giştî ya demokratîk dikin ku di çarçoveya dosyeya ku 23 hevalên me yên jin tên darizandin de, di 7, 8 û 9’ê sermawezê, saet di 10.00’an de doza ku dê li Dadgeha Cezayê ya Giran a 25’emîn a Enqereyê bê dîtin bişopînin, têkoşînê mezin bikin û hevgiriya jinan xurtir bikin.

 

 

Tevgera Jinên Azad – TJA

 

You may also like...