Weqfa Paul Gruninger xelata îsal da Berdevka me ya Demê Ayşe Gokkan ê!

Ez bi ronahiya rojê û bi coşa Jin- Jîyan-Azadîyê Weqfa Paul Grüninger, Malbata Paul Grunînger, endamên jurîyê û hemû mêvanan silav dikim.

Kesên ku piştgirî dane çalakiya vê xelatê û her wiha yên ku jinên Kurd di vê rojê de ji bîr nekirine wan bi rêzdarî silav dikim.

Ez wekî Endamê Tevgera Jinên Azad û wekî ji bo diwarên şermê ya ku di navbera Nisêbin û Qamislo dixwest bê avakirin berxwedaye dibêjim kû; min vê xelatê ne bi takekesiya xwe bi berxwedana kolektif ya bi hezaran jinên çeleng bi dest xistîye.

Ev berxwedan gelek bi nav û deng bu û me ji her derê cîhanê  piştgrî girt. Ji ber ve yekê bi dehan cezayên zindanê li min hat birîn. Lê ez li vir jî ne bi tenê me û hezaran jinên Kurd girtîgehan de ne. Li vir anku li Girtîgeha Sincanê jî vêga 12 jinên ku ji zû ve cezeyên xwe xelas kirine nayên berdan hene. Ji bo ku malbat û hevalên me kêm bên hevdîtina me, gelek ji me sûrgûnên girtigêhên dûr hatine girin û em gelek caran ji xizmetên tendûristiyê mahrum hiştine.

Herwiha em li i vir gelek bûyêrên û çirokên kirêt dijîn lê ez naxwazim vê êvarê li we bikim wêran. Lê ez bi fizikî ne li cem we bim jî lê dilê min bi we re ye. Ez carekî din ji bo hêja dîtina min a vê xelatê ji we rêzdaran re spas dikim!

Jin-Jîyan-Azadî

Ayşe Gökkan

 

You may also like...