Aktivîsta têkoşîna aştiyê Jane Addams di 6’ê Îlona 1860’î de ji dayik bû. 

Aktivîsta têkoşîna aştiyê Jane  Addams di 6’ê Îlona 1860’î de ji dayik bû.
Jane Addams, di 1888’an de dema bi hevala xwe re li Londonê bû gihaşt armanca xwe ya rast. Di 1889’an de Jane Addams û hevala wê Ellen Gates Starr, li Şikagoya Emerîqayê mala ewil a bi cih û warbûnê ya bi navê Hull Hous ava kir. Bi avakirina Hull Hous’ê dihat xwestin agahiyên têkildarî huner û wêjeyê û gelek agahiyên din bi welatiyan bên parvekirin. Her wiha Jane Addams bû yek ji avakara NAWSA’yê ya ji bo bikaranîna mafê deng a jinan dixebitî. Di heman demê de ew bû yek ji avakara NAACP’ê ya ji bo parastina mafê reşikan dixebitî.
Di 1931’ê de Xelata Aştiyê ya Nobelê girt. Ew bi vê yekê bû jina Emerîqayî ya yekem a ku ev xelat girt. Jane Addams di 1935’an de koça dawî kir.

You may also like...