Dem Dema Azadiya Ziman e!

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Îro 21’ sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye. Bi vê munasebetê em dixwazin diyar bikin ku zimanê  kurdî yê ji yek zimanê herî kevn û kokberdayî yê dîrokê, li gel pilîtîkayên tunehesibandin û çewsisandinê yên pergala dewletperest, bi tev dewlemendiya xwe reng tevî jiyanê û wateyê li tevî jiyana me dike. Em di kesayeta zimanê kurdî de dibînin ku mîna hemû candarên din “ziman jî li ber xwe didin.” Ziman ew heyîn in ku dijîn û lêgerîna azadiyê  ya her candaran di xwezaya wî de jî heye. Bi navgîna 21’ê sibatê, em dixwazin careke din bi bîr bixin ku çiqas hewceyiya me bi avakirina neteweya demokratîk a bi pirzimanî, pirçandî  heye.

Di 6’ê sibatê de em bi erdheja mezin a gelên me bi şîneke mezin rû bi rû hiştin, şiyar bûn. Erdheja ku li Sûriye û Rojava bû sedema wêraniyê, li 10 bajarên Tirkiye’yê bi bandor bûn lê li 3 bqjaran jî bû sedema windahiyên mezin. Li gorî çavkaniyên fermî 41.156 canên me winda bûne. Erdheja ku li ser cih-dem heta encamên wê daneyên zanistî hebûn weke nirxandina ‘karesateke xwezayî’ ne rast e. Ev erdhej bû nîşaneya teqîna tepbûn û krîza bastûra dewleta navendperest û burokrasî di nav de diperpite ya ber bi derve fûriya.  Nîqaşkirina Komarê û sed salên wê û zanist û felsefeya wê, wê ji ji bo çareseriya pirsgirêkên bingehîn daneyan bide destê me û dabîn bike. Komara ku bêyî demokrasî hatiye damezirandin bi koçberkirinên  mecbûrî, polîtîkayên înkar û asimîlasyonê, Komar veguhertiye bedeneke ku li her derên wê birînên vekirî lê hene.

Polîtîkayên tirkkirinê pirî caran bi propogandayên “ modernkirinê”, carinan “yekitiya umetê”  hewl didin ku bidin rewakirin. Armanca asimîlasyonê pêşîn zarok û jin in. Armanca bingehîn a avaniya nijadperest a yekperest a dewletê bi riya asimîlasyonê dûrxistina zarokan ji nasname û çanda wan e. Tê zanîn ku cemaet, terîqat û waqif li erdnîgariya gelê kurd lêdijî xebatên di bin navê  perwerde û xizmeta civakî de bi rê ve dibin, bi amûra sazî û dezgehên dewletê tên birêxistinkirin. Ji bo têkiliyên zarokan ji malbatên wan bên birîn û asimîlasyonakirinê dewleta fermî jî mîna cemaetan tevdigere. Weke mînak ji 59 YÎBO’yên heta 1973’yan hatine avakirin 55’ên wan li bajarên kurdan ava bûne, ji van hinekan bi qişleyên leşkerî  re heman baxçe bi kar anîne, li gorî cihên hatine avakirin betlaneyên dawiya hefteyê û yên din astengiya ku zarok  bi malbatên xwe re nekevin pêwendiyan dide nîşan ku armanca YÎBO’yan esas asimîlasyon e. Bi pergala perwerdeyê ya 4+4+4 a îktidara AKP’ê aniye 17.000 dibistanên gundan hatine girtin, li zarokên malbatên wan xizan in dibistanên bi şev lêdimînin hatiye ferzkirin. Zarokên ji malbatên wan tên dûrxistin ji zimanê xwe yê zikmakî tên dûrxistin, hewl tê dayîn ku berê wan bidin bênasnametiyeke kûr. Perwerdeya bi zimanê zikmakî  ya ku bi riya zanistê îro hatiye tespîtkirin ku ji bo tenduristiya takekesî û civakî  çiqas grîng e, guhê xwe li van daxawazan re digirin. Li cihê wê hewl didin ku dersa hilbijarî ya bi kurdî dikine nav nav mufredatê ku bertekên civaka kurd kêm bikin lê belê sepandina vî mafî bi cur bi cur astengiyan tê astengkirin. Ev û çewisandinên mîna vê yên li ser ziman û çandê ne ji bo gel, ne jî ji bo dewleta navend û yekperest tiştek nedaye qezenckirin. Berevajî vê dewlemendiya perwerdeya pirçandîtî, pirzimanî  û bi pir zimanan tê kirin hatiye derbekirin. Ji ber vê yekê liberxwedana çanda kurdî ya li hemberî çewisandin û mijokiyê ji bo çanda tev Anotolî û Mezopotamyayê grîngiyeke dîrokî ye.

 Em diyar dikin ku misogeriya aştiya civakî, gava pêşîn û herî grîng a bê avêtin rakirina astengiyên li pêşiya bikaranîna zimanê kurdî  û anîna radeya zimanê perwerdeyê ye. Weke TJA’yê em têkoşîna azadiya jinan bi têkoşîna civakê ya ziman û çandê re yek dibînin, em diyar dikin ku em ê ji bo avakirina pêşeroja zarokên me têkoşînê bidomînin. Di serî de ji bo zimanê  kurdî û ji bo hemû zimanên gelên ku em jiyanê bi hev re parve dikin ên Mezopotamyayê di nav israra bi zimanê xwe bijîn de, bin.

Dem Dema Azadiya Ziman e!

Zimane Me Hebûna Me ye!

Em Perwerdehiya Bi Zimane Dayika Xwe Dixwazin!

Perwerdehiya Bi Zimane Dayikê Mafê Me Ye!

Tevgera Jinen Azad (TJA)

You may also like...