DEM DEMA JIN JIYAN AZADÎYÊ YE!

Jinên berxwedêr ên sala 1910an li hember desthilatên faşîst ên serdestiya mêran, 8ê Adarê ji dîroka têkoşînê re kirin mîrate û nîşan dane ku hevgirtina enternasyonal dikare desthilatên faşîst têk bibe. Wan jinan ev têkoşîn gihand roja îroyîn. Wek mîlada serhildana li dijî zilma bi hezaran salan, em her 8ê Adarê li hemû qadên jiyanê, bi rengekî hêjayî rastiya xwe ya dîrokî dibêjin “Em li vir in, bi mîrateya paşerojê û berpirsyariya siberojê em ê têkoşîna xwe bidomînin.” Em wek TJA, li dijî zîhniyeta statukoperest a serdestiya mêran, bi rengekî hêjayî rastiya xwe ya dîrokî, li hemû qadên jiyanê û bi baweriya ku sedsala 21emîn dê bibe Sedsala Jinan pêşwazî li 8ê Adarê dikin ku yek ji qadên me yên têkoşînê ye.

You may also like...