PLATFORMA YEKITÎYA JİNÊN KURD; hilbijartinên Irak’ê de 23 jinên Kurd hatin hilbijartin, em di seri de jinên Kurd û hemû parlementerên Kurdistan’ê piroz dikin, ji bo vê serkeftinê em keyfxweşîya xwe parve dikin.

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Di hilbijartinên Irak’ê de 23 jinên Kurd hatin hilbijartin, em di seri de jinên Kurd û hemû parlementerên Kurdistan’ê piroz dikin, ji bo vê serkeftinê em keyfxweşîya xwe parve dikin. Her çar parçên Kurdistanê de rol û misyona jina Kurd roj bi roj pêşdikeve, ji rojava heya rojhilat, ji bakûr heya, başûr jina Kurd bûye sembola têkoşina azadiyê, êdî li Kurdistanê û li cihanê baş tê zanin ku hêz jina Kurd hêza veguhertina rojhilata navine. Jina Kurd li her qadê dengê xwe bilind kiriye li civakê rengê xwe nişan dide. Hevî u baweriya me ewe ku ev hêze bibe hêza yekitiya jina Kurd, di her çar parçen de li hember hemu hizban jina Kurd bi hêza jinê dengê Kurd û Kurdistanê bilind bike. Hêviya me ew e ku armanca wan a herî yekem bibe yekitiya jinên Kurd. Em Serkeftin di xwazin ji bo jinên bi hêstên Kurdewariyê tevdigerîn. Dubare em wek Platforma Yekitîya Jinên Kurd serkeftina parlementerên jinên Kurd pîroz dikin.

PLATFORMA YEKITÎYA JİNÊN KURD

You may also like...