Di vê cêjê de jî herî kêm 20 jin rastî tundî, tacîz û tecawîzê hatin û hatin qetilkirin.

Di vê cêjê de jî herî kêm 20 jin rastî tundî, tacîz û tecawîzê hatine û hatine qetilkirin.

Pênaseya vê ne qirkirina jinan be wê demê çi ye?

Bûyerên ku me li ser Dijîtal Medyayê me bihîstiye û agahiyên ku ji bajaran giştiye berdestê me di nav van 4 rojan de herî kêm 20 jin rastî tundî, tacîz, tecawîzê hatine û 3 jin jî hatine qetilkirin. Jinên ku rastî tundiye hatine jinên ku hatine qetilkirin navê wan wihan e.

Li Muğlayê jina bi navê F.Ö. Û 3’ê zarokên xwe ve rastî tundiya mêrê bi navê H.U. hatiye û her wiha hewldaye ku jina bi navê F.Ö. Û 3’ê Zarokên wê ve bişewitîne. Jina bi navê F.Ö û 3 zarokên xwe ce li nexweşxanê tên tedawî kirin.

Li navçeya Esenlerê ya Stenbolê jî Jina bi navê Zeynep Uzbaş di encama şewata pêketina malê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû. Di encama lêkolînên ku li ser şewatê hatin kirin de derketiye holê ku Zeynep ji hêla bavê xwe ve bi awayeke hovane hatiye qetilkirin.

Li Girêsunê jî jina bi navê S.C. Û zaroka xwe ya 2 salî ve rastî êrîşa çek ya mêrê bi navê H.C. Ve hat û ew bi garanî birîndar bûn ew li nexweşxaneya Girêsûnê tên tedawî kirin.

Li Denîzliyê jî jina bi navê Şadiye Ruzgar ji hêla mêrê bi navê Gökhan Rüzgar ve hat qetilkirin.

Her wiha jina bi navê Gîzem Akbaş  jî rastî tundî û tacîza  mêrê bi navê Mucahîd Îsmaîl Ayta hat. Li ser vê bûyerê rêxistinên Jinan li ser Dijîtal Medyayê dest bi çalakiyê kirin.

Dema ku mirov li vê tabloya van 4 rojan dinihê re, mirov baştirîn dibîne ku rewşa civakê li ber ku ve diçe. Bêguman di serî de em wekî Tevgera Jinên Azad TJA, sazî û rêxistinên jinan di vê ferqê de ne ku ev qetlîam wisa ji nişka ve çênebûne. Ev di encama polîtîkayên şerê taybet ên mêrdewletî yên pircureyî de pêk hatiye.

Em wekî Jinên Kurd dobare van qetlîamên li ser jinan tê kirin şermezar dikin û em ê her tim li dijî faşîzma mêrsalarî ya mêrdewletî  di her koçe û kolanan de xwe bi rêxistin bikin, têkoşîna xwe ji her carê zedetir û bi hêstirîn bilind bikin û bidomînin.

JIN JIYANE Û JIYANÊ NEKUJİN!

 

 

 

 

 

 

 

You may also like...