Em Berxwedan û Têkoşîna Jinên Êzîdî Ku Li Dijî Tariya Mirinê Destên Xwe Dirêjî Rojê Dikin Silav Dikin!

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

 

Em Berxwedan û Têkoşîna Jinên Êzîdî Ku Li Dijî Tariya Mirinê Destên Xwe Dirêjî Rojê Dikin Silav Dikin!

Li ser qetilkirina Kurdên Êzîdî ku li Şengalê ji aliyê çeteyên barbar ên DAÎŞ’ê ve di 3’yê Tebaxa sala 2014’yan de pêk hatibû 7 sal derbas bûn. Di vê jenosîda ku wekî fermana 73-emîn di dîroka gelê qedîm a Êzîdî ya ji komkujiyan dagirtî de cih girt jin, zarok û pîr jî di nav de 5 hezar kes hatin qetilkirin û bi sed hezaran kes jî bi darê zorê ji cih û warê xwe hatin koçberkirin. Di vê komkujiya ku li pêş çavên hemû cîhanê pêk hat de, hema hema qirkirnek jinan hat jiyandin. Jinên Êzîdî ku dûçarê îşkenceyên zayendî yên sîstematîk man, wek ‘Xenîmetên Şer’ hatin dîlgirtin û li bazarên koleyan ji mêran re hatin ‘firotin’ .

Jinên Êzîdî ku bi meclîsên jinan ên ku li Şengalê ava kirin vîna jinê birêxistinkirin, di serî de ji bo jinên bindest ji bo gelên cîhanê bûn hêvî. Ên ku xwestin vê hêviyê bişkînin, di heman demê de xwestin îradeya jinên Kurd ku dîroka berxwedan û têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn nivîsandine jî teslîm bigrin. Wek Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl, Emîne Weysî û gelek jinên din ên şoreşger ku hilma me têrî nake em navên wan bijmêrin qetil kirin.

Weke tê zanîn di Konferansa Navneteweyî ya Jinên Êzîdî de ku li Almanyayê di 11-12’yê Adara 2017’yan de pêk hat, hat destnîşankirin ku ji bo jinên Êzîdî yên ku di destê çeteyên DAÎŞ de dîlgirtî ne di demek zûtir de azad bibin, divê têkoşîneke bi bandor a navneteweyî bê meşandin û di vê çarçoveyê de biryar hatibû girtin ku dîroka 3’yê Tebaxê wek “Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Jenosîd û Qırkırına Jinê” bê nirxandin. Dîsa, beriya niha ji hêla Parlementa Ewropayê ve wekî “ Qirkirina Êzîdiyan” hatibû naskirin û rêxistinên navneteweyî jî di raporên ku amade kiribûn de vê komkujiyê di wergiriya “Sûcên ku li hember mirovahiyê pêk hatine” de cih dahibûn; lê digel vê yekê ji hêla desthilatiya Tirkiyeyê ve naskirina wê hêlekî ve Komkujiya Şengalê hîn jî nehatiye mehkûmkirin.

Em jî dixwazin careke din bi dengekî bilind destnîşan bikin. Em bangawaziya xwe dubare dikin ku 3’yê Tebaxê wekî “Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Jenosîd û Qırkırına Jinê” were qebûlkirin û berxwedan û têkoşîna jinên Êzîdî ku li hember tarîtiya mirinê destê xwe ber bi rojê ve dirêj dikin silav dikin.

Hûn dikarin her tiştî bikin, lê hûn tu carî nikarin rojê bikujin, lewre li Şengalê jin JÎN e.

 

  1. 08. 2021

(TJA) Tevgera Jinên Azad

 

You may also like...