ergîs, beriya niha bi 16 salan cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
![](https://www.tevgerajinenazad.com/wp-content/uploads/2021/05/nergiz.jpg)
Nergîs Mûhammedî ku alîkara Serokê Navenda Parêzvanên Mafên Mirovan e, ji ber ku li dijî cezayê darvekirinê kampanya li dar xist û li pêşiya girtîgehan tevlî çalakiyên rûniştinê bû, sûcdar hat dîtin.
Nergîs, beriya niha bi 16 salan cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û piştî ku 5 salan li girtîgehê hat hiştin, hatibû berdan. Nergîs, piştî ku ji girtîgehê derket, karên xwe yên ji bo mafên mirovan dewam kir. Nergîs bi muxalefeta xwe ya tund a li dijî cezayê darvekirinê tê naskirin.