Hilwestnameya TJAyê ya Hilbijartina Sala 2024an

Di encama pêşhilbijartinan de ku me bi gelheyeke herî berfireh, rêxistinkirî û civakî pêk anî, me namzetên xwe yên hevşaredariyê û namzetên endamên meclîsan diyar kirine. Di vê pêvajoyê de navendên tahakkumê yên ku li hemberî têkoşîna jinên kurd a azadî, wekhevî û demokrasiyê hewl didin hemû hucreyên civakê bikin bin tecrîdekê, bi pêngava demokrasiya radîkal a tevgera me ya ji bo rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz careke din têk çûn.

Ev pêngava demokrasiya radîkal a bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad hatî kirin, di tevahiya pêvajoyê û encamên wê de ji bo me hemûyan bû çavkaniyeke mezin a motîvasyonê. Ev beşdariya xurt a rêhevalên me yên jin a hem li pêvajoyên namzetiyê hem jî li xebatên pêşhilbijartinê li hemberî xeyala pergala serdest a siyaseteke ji jinan xalî, bûye helwesteke siyasî. Lê belê, vê pêvajoyê tiştekî wiha jî nîşanî me daye ku nêzîkatiya me ya etîk û estetîkê ku yek ji prensîbên me yên azadiya jinan e û pîvanên me yên welatparêziyê, di tetbîqkirina van her du xalên navborî de qelsbûnek heye. Ji bo jinên kurd ev ne tenê zêdebûna hejmarê ye, lê jinên kurd divê her di nav wê hewilê de bin ku paradîgmaya ku xwe spartinê û hişmendiya xwe jî di hemû warên jiyanê û têkoşînê de bikin esasî.

Hilwestnameya TJAyê ya Hilbijartina Sala 2024an

You may also like...