JI BO SEROKATIYA PARLAMENTOYA GEL A MEZIN YA TIRKIYEYÊ

JI BO SEROKATIYA PARLAMENTOYA GEL A MEZIN YA TIRKIYEYÊ

Ez dixwazim van pirsên min yên xwarê bi awayekî nivîskî ji aliyê Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê ve li gorî xala 98em ya Destûra Bingehîn û li gorî xalên 96 û 99em ya rêziknameya parlamentoyê bên bersivandin.

                         Semra Guzel

                                                                                                              Parlamentera Amedê

Derbarê Hulya Alokmen Ûyanik, Berîtan Anahtar, Emîne Erkan, Nûray Çelîk, Dîcle Bozan, Fethîye Ok Çîçek, Leyla Guven, Mîhrîban Şorlî û Remziye Yaşarê de ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Xarpêtê de girtîne, lêpirsîna dîsiplînê hatiye destpêkirin. Mijara lêpirsînê jî ewe ku girtiyan bi tîlîliyan “bi zimanek nayê fêmkirin” govenda bi devkî girtine û sirûd xwendine. Derbarê hemû girtiyên ku di odeyên yek kesî yên Bloka Bya Rastê ya Jêrîn a Girtîgehê de ne, lêpirsîna dîsîplînê hatiye vekirin û daxwaza parastinê li wan hatiye kirin.

 

Di vê çarçoveyê de;

  • Agahiya wezareta we bi binpêkirinên mafan ên ku di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Xarpêtê de pêktên, heye an na?
  • Li girtîgehê lîlandin qedexe ye an na?
  • Li girtîgehê govend girtin qedexe ye an na?
  • Li girtîgehê axavtina bi kurdî û gotina stranên kurdî qedexe ye an na?
  • Di danezana ku ji girtiyan re hatiye şandin de kurdî ji ber çi weke “zimanekî nayê fêmkirin” hatiye binavkirin? Ma peywirdarên girtîgehê nizanin ku ev zimana kurdî ye? Di vir de mebest çiye?
  • Di demên dawî de li girtîgehan binpêkirinên mafan û lêpirsînên kêfî yên dîsîplînê zêde bûne. Di vî warî de tu lêkolînên we hene?

 

 

You may also like...