Ji Çapemenî û Raya Giştî Re

 

Li vê erdnîgariya ku felsefeya Jin Jiyan Azadiyê wek tovekî lê reşiya, gelek zayîn çêbûne. Ji bilî mirin, şer û xwînê, Kurdistan her tim bûye cih û warê felsefeyên herî xwereng û bîrdoziyên ku rê li mirovahiyê ronî dikin jî. Dem hat bi qetilxwînên xembar bêdengî lê serdest bû, dem jî hat bi heybeta çiyayên xwe serî li hemberî dîrokê hilda. Li dijî tunebûn û destdirêjiyan, bi hêza ku ji cewhera xwe digire, bû dergûşana serhildanên bi heybet ên herî bi rûmet. Çawa bi can û goşt bûbe bila bûbe, cewhera vê dîrokê her jin bûye. Lewra ji rabirdûyê ta niha, Kurdistan her bûye cih û warê jinan.

Di demeke ku digotin Kurd û jin qediyane de, Dayika Uveyş bû dayika serhildanekê jî û îro ji bo me veguherand mîladeke nû. Bi vî awayî li hemberî rastiyê jinê ya ku her tim bi mirinê dihat terbiyekirin, careke din hat bîra me ku bihevrebûna cewherî ya ku ruhê me têr dike Jin û Jiyan e.

Bipêşketina Mirovê/a Azad a bi jinê û têkoşînê, baweriya ku em ê sedsala 21’emîn veguherînin sedsala jinan, di şexsê jinên Kurd de li cîhanê veguherî hêviyeke nû. Ji gavê pêşîn vir ve Jin Jiyan Azadî ji diruşmeke ku ji dil û zimanê Mirovê/a Azad derketiye zêdetir bû û îro jî di meşa şoreşa jinan a cîhanê ya bi rengên cuda de bû qîrînek.

Wek TJA, bi hêz û zanîna ku me ji vê felsefe û bîrdoziyê wergirtiye, me îsal careke din daxuyand ku em ê bi heman qîrînê azadiyê bi dest bixin. Bi şiyara ‘Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azadiyê Ve’ di vê dema ku me li pey xwe hiştiye de, bi hîndekariya serhildana ku li ber destê dîroka me û Dayika me ya Uveyş mezin bûye, me derî li pêvajoyeke nû vekir. Vê pêvajoya ku me wek kampanyayekê daxuyand lê me bi rêxistinbûn û tempoyeke zêde ya ku naveroka wê ji kampanyayekê berfirehtir û xurtir bû, bi hatina biharê re veguherî meşeke bi heybet. Vê biryardariya ku ku di 8’ê Adarê de geş bû û di Newrozan de xwe gihand milyonan, pergala qeyûman a ku navê nû yê pergala destdirêjiyê ya li Kurdistanê ye û tevahiya nûnerên hişmendiya desthilatdar a mêrsalar şand cihê ku heq dikirin. Wek ku em li her derê diqîrin; Jin Jiyan Azadiyê hişmendiya DAÎŞ’ê têk bir. Em rojbûna Mirovê Azad ê ku bi kedeke mezin heqîqeta ku jin bi jiyanê û jiyan jî bi azadiyê encax dikare watedar bibe veguherandiye rastiyê; ango hêvî di hemû şert û mercan de veguherandiye serkeftinê, bi vê moral, bawerî û biryardariyê pêşwazî dikin. Jiyana nû ya ku li Kurdistanê ketiye axê û bi keda ku her jinek dide şîn dibe, di şexsê Dayika Uveyş de, bi minetdariyeke mezin a ji bo tevahiya dayikên xwe, em biryardariya xwe ya geşkirina vê jiyanê careke din radigihînin.

Wek TJA, em 4’ê Avrêlê/Nîsanê wek vejîna bi nasnameya azad pênase dikin û dibêjin bila li tevahiya jinan û mirovahiyê pîroz be.

 

Tevgera Jinên Azad (TJA)

 

You may also like...