Komplo 22 Sal in Berdewam Dike!

Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocelan ku bi komployeke navneteweyî di 15ê Sibata 1999an de
radestî Tirkîyeyê hate kirin, komploya ku li ser tê cîbicîkirin, îro jî berdewam dike.
Birêz Ocelan îdeolojîyên hêzên modernîteya emperyalîst û kapîtalîst ku civakan parçe dike,
îfşa kirine û paradîgmaya xwe dîyarî erdnîgarîya Rojhilata Navîn kirîye ku qada avakirina
pergala çewisandinê ya van hêzan e. Li hember vê dijderketin û paradîgmaya azad û wekhev,
hêzên ku bi Tirkîyeyê re hevkarî kirin, bi komployekê Birêz Ocelan bi fîzîkî dîl girtine û ev
dîlgirtin kirine zemînê “rewatî”ya bêhuqûqîyên ku îro diqewimin.
Li Girtîgeha Îmralîyê ku 22 sal in wek “Herêma Leşkerî ya Qedexe” hatîye ragihandin, hemû
normên huqûqê, peymanên navneteweyî têne binpêkirin û tecrîdeke mitleq tê sepandin. Mafê
telefonê, mafê hevdîtinê li gel malbat û parêzerên xwe û mafê destgihîştin bi çapemenî û
pexşê ji dest hatine girtin û di şaneyeke yek-kesî de hatîye tecrîdkirin. Mafê hevdîtina li gel
parêzeran ku bingehîntirîn mafê girtîyan e, bi awayekî fîîlî di 27ê Tîrmeha 2011an de hatîye
rawestandin. Piştî 8 salan cara yekem di 2yê Gulana 2019an de di encama grevên birçîbûnê de
karîye 4 carên din hevdîtinê bike û paşê hevdîtina li gel parêzeran ji nû ve hatîye hilpesartin.
Di nav sala 2020an de tenê du caran kirine ku Birêz Ocelan bi telefonê bi malbata xwe re
hevdîtinê bike, herî dawî berî niha bi 10 mehan li ser gefa pandemîyê di 27ê Nîsana 2020an
de jê xeber hatîye wergirtin. Raporên ku ji hêla CPTyê ve hatine amadekirin tevî ku di wan de
bi caran anîne ziman ku ev yek mafekî mirovî ye, ne CPTyê ne DMMEyê ne hêzên
navneteweyî tu mueyîdeyek nesepandine ji bo ku ev bêhuqûqî ji holê rabe, çavpoşî li vê
bêhuqûqîyê kirine. Bingehîntirîn qada peywira CPTyê pêşîgirtin e li îşkence û mameleya
dermirovî û rûmetşikên. Di demekê de ku ev mamele hemû 22 sal in li Girava Îmralîyê tên
sepandin, bi awayekî vekirî bêdengmana CPTyê nîşan dide ku bandora hêzên navneteweyî
heye û lî dijî Girava Îmralîyê bi awayekî cudakar tevdigerin. Herî dawî CPT di 11-25ê Çileya
2021an de hate Tirkîyeyê û bêyî ku serdana Girava Îmralîyê bike vegerîya, ev yek careke din
nîşan dide ku ev desttêwerdan û komploya navneteweyî berdewam dike.
Bi vê komployê hewl tê dayîn ku ramanên Birêz Ocelan negihîjin gelan û dixwazin ku pêşî li
jîyaneke demokratîk û azad bigirin. Tekane hinceta ku nahêlin bi awayekî fîzîkî temas çêbe,
ev yek e. Pêkhatina paradîgmaya demokratîk-ekolojîk-azadîxwaz ji bo jinan ku Birêz Ocelan
derxistîye meydanê, hîna jî mezintirîn tirsa serdestan e. Lê belê tevî ku bi fîzîkî hatibe
dîlgirtin jî, her weku di Şoreşa Jinan a li Rojava de û erdnîgarîya Rojhilata Navîn di serî de li
gelek deverên dinyayê hewl tê dayîn ku li derdora vê paradîgmayê jîyan bêne avakirin. Birêz
Ocelan bi îdeolojîya xwe bûye hêvîya jîyaneke azad ji bo jin, ciwan, bawerî û nasnameyên
cuda.
Îro bawerî û daxwaza girtîyan ku bi grevên birçîbûnê hewl didin vê tecrîda mitleq hilweşînin,
nîşaneya vê hêvîyê ye. Tevî hemû bêhuqûqî û binpêkirinên mafan, ev hêvî û ew soza jîyaneke
azad ku Birêz Ocelan bi ramanên xwe li ba mîlyonan mirovan afirandîye, îro di hebûna
hezaran girtîyan de ku li dijî tecrîdê li ber xwe didin, ji nû ve xwe nîşan dide.
Komploya ku 22 sal berî niha dest pê kirîye îro jî berdewam dike, em bi vê hişmendîyê xwedî
li hemû daxwazên girtîyan derdikevin ku grevên birçîbûnê didomînin û em dubare dikin ku
heta tecrîd neyê hilweşandin, azadî ji gelan re nayê. Tecrîda Îmralîyê wek bêhuqûqî û
binpêkirina mafên mirovan dikin zemînekî rewa ji bo hemû bêhuqûqîyan ku tên sepandin.
Heta ku ev tecrîd neyê hilweşandin, em nikarin behsa demokrasî û edaletê bikin. Em nikarin
behsa çareserîya meseleya kurd bikin.
Bangewazîya me li hemû hêzên xwecihî û navneteweyî ye; Îmralî pergaleke tecrîda mutleq e
û demildest divê were rakirin.
Di 22 salîya wê de em careke din vê komployê lenetbar dikin ku di şexsê Birêz Ocelan de li
hemû gelan ferz dikin. Em dibêjin azadî ji bo Birêz Ocelan û hemû girtîyên sîyasî!
TJA

You may also like...