JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

I ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Gelê Kurd bi salan e ku ji ber polîtîkayên bişaftin û koçberiyê her tim rastî êrîşên nîjadperestiya AKP-MHP’ê hatine. Di vê cejnê de jî malbatên Kurd ên ku li bajarên wekî Enqerê, Afyon û Konyayê dijîn, ji ber ziman û nasnameya xwe ya Kurdîbûnê rastî êrşên dijmirovane yên AKP-MHP’ê hatin.
Em wekî TJA, van êrîşên nîjadperestî û dijmirovane ku li hemberî Gelê Kurd tên kirin şermezar dikin. Em dibêjin; Bila hişmendiya nîjadperest vê yekê baş bizanibe ku gelê Kurdî ji dîrokê û heta niha tu carî serî li hemberî êrîşên wan ên nîjadperestî netewandiye û wê îro jî netewîn e. Lewra Gelê Kurd xwedî çandekî xwe ya berxwedêrî ya bi milyonan salan heye. Her wiha di her serdemê de têkoşiyaye û ji bo nasnameya xwe Kurdbûnê çanda xweparastinê bipêşxistiye. Em wekî jinên Kurd jî, em ê  her tim li dijî polîtîkayên şerê taybet, polîtîkayên bişaftin û biyanîbûnê, çanda têkoşîn û berxwedaniya hebûn û xwebûnê bipêşbêxin, ziman, çand û nasnameya xwe ya jin û netewbûnê biparêzin.
BIJÎ ZIMANÊ KURDÎ!
JIN JIYAN AZADÎ!
(TJA) Tevgera Jinên Azad
23. 7. 2021

You may also like...