JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Bi komploya navneteweyî ya 15’ê reşemiyê pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê hat avakirin û peywira gardiyaniyê dan Tirkiyeyê. Niha jî Tirkiye serkirdeya pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê ye. Bi rejîma tecrîdê ya ku bi îktîdara AKP û MHP’yê veguherî awayê rêveberiyê, tê xwestin ku civakê bikin binê zebt û rebtê. Pir aşkere ye (çîk sayî ye) ku li Îmraliyê hiqûq nayê sepandin, rejîmeke taybet a tecrîdê tê sepandin. Cezayê giran ê girtîgehê yê heta hetayê yê ku dijberî rêgeza mafê hêviyê ye li Birêz Ocalan hatiye birrîn û ev 23 sal in ku di binê îşkenceya tecrîda giran de tê girtin.

Heke mirov tecrîdê bi tenê di wateya têgihî de bigire dest, dê rewşa heyî baş neyê famkirin. Birêz Ocalan bi civakê re têkiliyeke xurt daniye. Armanca dûrxistina wî ya ji civakê ew e ku rê lê bigirin ku bi hebûn û ramanên xwe bandorê li civakê bike. Birêz Ocalan bi berxwedana xwe ya dîrokî ya li hemberî pergala îşkenceyê ya 23 salan, ev komplo têk biriye. Her çiqas bedena wî dîl girtibin jî, bi hişmendiya azad û ruhê azad, bi awayekî ramanî mirovê azad di kesayeta xwe de şênber kiriye.

Mirov giyanewerekî civakî ye. Zindankirina mirovan a bi vî awayî sûcekî mirovahiyê ye. Bi pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê her roj înfaza îdamê ya fiîlî ya ku xwe dubare dike tê sepandin. Di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan de, li tevahiya civakekê, di serî de jî jin, li tevahiya alî, kes û gelên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin jî bi heman awayî îşkence tê kirin û tecrîd tê sepandin. Di heman demê de pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê wek laboratûarekê tê bikaranîn. Di vê laboratûarê de polîtîkayên taybet ên şerê psîkolojîk tên afirandin û sepandin.

Birêz Ocalan bi sekna xwe ya li hemberî vê pergala îşkenceyê rûmeta mirovahiyê diparêze. Berxwedana wî ya herî mezin a li hemberî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ev e ku bi paradîgmaya xwe ya demokratîk û xwezaparêz a ku azadiya jinê diparêze kiriye ku hêvî û baweriya afirandina cîhaneke nû daye mirovahiyê. Di roja îroyîn de, paradîgmaya wî ya ku bûye alternatîfa pergala modernîteya kapîtalîst, bi şoreşa jinê ya Rojava, ji xeyalê veguheriye rastiyê û li Şengalê jî tovên ku çandine şîn dibin. Êrîşên li ser Rojava û Şengalê jî li ser vê bingehê ne. Bi heman awayî sedema vê yekê ye jî ku hêzên navneteweyî li hemberî êrîş û polîtîkayên dagikirin-tevîkirinê (îlheqkirin) yên îktîdara AKP û MHP’yê yên ku wek domahîlka DAÎŞ’ê tevdigerin bêdeng dimînin û erê dikin. Ev rastî sedema tirsa ku ketiye dilê wan bi zelalî nîşanî me dide: Tirsa herî mezin a hêzên ku vê pergalê didomînin ew e ku pergala wan a mêtingeriyê ya serdest hilweşe.

Têkoşîna li hemberî pergala tecrîd û îşkenceyê hem berpirsiyariya ehlaqê civakî ye hem jî wek kirdeyên polîtîk, berpirsiyariya wijdanî û siyasî ya her kesî ye. Bi kûrkirina polîtîkayên tecrîdê, tevahiya pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û ekolojîk dibin hişkegirê. Îktîdar bi pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê faşîzma xwe dide pejirandin û welêt dixe nava gerînekekê. Çavkaniya pirsgirêkê pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ye. Heta ku ew neyê hilweşandin, faşîzm têk naçe.

Bi sepanên vejartî (îstîsnayî) yên taybet ên li Îmraliyê hiqûq tê paşguhkirin û sûcê mirovahiyê tê kirin. Îşkenceya ku li vir tê kirin ne bi hiqûqê, ne bi ehlaqê ne jî bi wijdanê tê ravekirin. Wek zilmeke berbiçav, sûcê mirovahiyê tê kirin. Heta ku zilm û îşkenceya li Îmraliyê ji holê neyê rakirin, dê tu pirsgirêk neyê çareserkirin. Di rewşa heyî de, heta ku birêz Ocalan azad nebe, tu kes ji me dê azad nebe.

Li ser vê bingehê, di serî de çareseriya pirsgirêka Kurdan; çareseriya tevahiya pirsgirêkên bingehîn ên wek aştî, azadî, demokrasî û aboriyê bi jiholêrakirina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê pêkan e. Ji ber vê yekê, divê bê zanîn ku heta pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ya ku çavkaniya tevahiya pirsgirêkan e neyê hilweşandin tu kes ji me dê azad nebe. Bi vê zanîn û hişmendiyê divê wek civak, em eniyeke têkoşînê ya ku li hemberî tarîtiya reş a faşîzmê têbikoşe çêbikin û bi vê têkoşînê xwe ji esaretê rizgar bikin.

Li ser vê bingehê, wek TJA, di serî de jin, em bangî tevahiya gelê xwe dikin ku bi awayekî xurt beşdarî meşa mezin a Gemlîkê ya ku dê di 12’ê Pûşperê de, bi şiyara “Ji bo ku em li hemberî polîtîkaya tecrîdê azadiyê biparêzin, em dimeşin Gemlîkê” ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bê lidarxistin bibe.

Jin Jiyan Azadî!

Tevgera Jinên Azad ( TJA)

You may also like...