JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE GRÊV 27’ê Mijdarê

 

Di heqîqeta Tevgera Azadiya Jinên kurd de, bi taybetî di heqîqeta berxwedaniya Zindanan de, li dijî her cureyên dagirkerî,komkujiya çandî,zayendperestî,olperestî û milîtarîstî serî rakirine, ala azadiyê bilind kirine û çanda berxwedaniyê bipêşxitine, ji Sarayan, Leylayan û heta îro jî Çağlayan, Jinên Kurd ên têkoşer û azadîxwaz  pêşengtiya herî bilind û pîroz ji pêvajoyan re kirine.

Di keseyeta Rêberê Gelan Birêz Abdullah Öcalan de ev 21’ sal e tecrîdeke giran li ser hemû Dilê Azadiyê tê meşandin. Polîtikayên tecrîdkar a AKP-MHP di pêvajoya pandemînê de dehqet zêdetir kiriye, bi vê bihaneyê jî hilwest û binpêkirina mafê mirovan jî herî dijwar li ser Dilên Azadiyê tê meşandin.

Aktivîsta me û di heman demê de jî Parlementera berê ya Amedê birêz Çağlar DEMÎREL û bi hezaran Dilên Azadiyê di 27’ê Mijdarê ve ji bo tecrîda giran a ku ev 21’sal in li ser Rêberê Gelan Birêz Abdullah Öcalan tê meşandin were rakirin û azad bibe dest bi grêva birçîbûnê kirine.

Her wekî ku tê zanîn Rêberê Gelan Birêz Abdullah Öcalan, di pêvajoya çareseriya aşîtî û demokrasi de berpirsiyariya herî bilind da ser milê xwe roleke mezin lîst û bû deng û hêviya hemû gelên bindest ên Cihanê.Di vê wateyê de em wekî, çalakiyan grêva birçîbûnê ya ku bi pêşngiya jinê destpêkiriye silav dikin, bang li hemû kesayetên ku di pêvajoya çareseriya aşîitî û demokrasiyê berpirsiyarî girtine ser xwe, di serî de jin, ciwan, sazî, rêxistinan û raya giştî dikin ku li hemberî tecrîd û çalakiyên grêvên birçîbûnê bêdeng nemînin û bi Dilên Azadiyê re di nav hevkariyê de bin.

(TJA) Tevgera Jinên Azad.

 

 

 

 

 

You may also like...