JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE TJA

 

Em ê Tu Carî Dest ji Têkoşîna Azadiya Jinan û Pergala Hevserokatiyê  Bernedin!

Ew şaredariyên gel ku bi ked û berdelên mezin ên gel hatibûn bidestxistin û di sala 2016an de ji hêla qeyûm ve hatibûn dagirkerkirin, di hilbijartina xwecihî ya 31ê Adara 2019an de bi serkeftineke mezin careke din hatin bidestxistin. Îqtîdara AKPê bi hemû hewldanên xwe yên hîlebazî nekarî îradeya gel bişikîne.

Di rêveberiya xwecihî de, di esasa Paradîgmaya Azadiya Jinan a Demokratîk û Ekolojîk de hêz û tevlîbûna jinan di asta herî jor de pêk hatiye.

Di hilbijartina 2019an a rêveberiya xwecihî de bi pergala hevserokatîyê beşdarbûn çêbû ku li cîhanê tekane ye. Pergala hevserokatiyê pergalek e ku li dijî pergal û hişmendiya mêriksalarî ya desthilatdar têdikoşe, têkoşîna ji holê rakirina tehekum û hiyerarşiya li ser jinan e.

Pergala ku bi awayekî demokratîk jin ne di nav de be, dê her tim mehkumî binkeftinê be.

Hilbijartina rêveberiya xwecihî ya 31ê Adara 2019an a Kurdistanê bi polîtîkaya îttîfaqê pêk hat. Îttîfaqa hilbijartinê ya Kurdistanî ne tenê îttîfaqa hilbijartinê bû, di heman demê de beyana hêvî-bawerî, sekn û îradeya civakê bû. Ji holê rakirina tundî, zordarî û bêsiyasetbûna li ser gelê kurd bû. Ev îttîfaq ne îttîfaqeke rojane bû, di heman demê de xwedî wateya xwe ya dîrokî ye jî.

Wek TJA xebatên yekîtiya neteweyî ji bo me yekîtiyeke pêwîst û jêneger e. Di vê mijarê de bi dirêjahiya pêvajoyê me hestyarî nîşan da û em ê nîşan jî bidin. Her wekî ku li raya giştî jî diyar bû, berendamê îttîfaqê yê şaredariya navçeya Dîcleyê Felat Aygoren pergala hevserokatiyê qebûl nekir û ew bêhedî nîşan da ku hevala me ya jin ji peywirê bigire. Ev bûyera ku qewimî nîşan dide ku zîhniyeta ku ji têkoşîna azadiya jinan fam nake û şaredariyan tenê wekî desthilatdarî û rantê dibîne, xwe radestî rejîma qeyûman kiriye. Di vê çarçoveyê de em destnîşan dikin ku em ê hişmendiya mêriksalarane ya Felat Aygoren qet qebûl nekin ku ji bo hevserokatiya navçeya Dîcleyê hatibû hilbijartin.

Deng û vîna ku gelê em yê Dîcleyê daye ne ji bo Felat  Aygoren e. Ew deng ji bo îttîfaqa kurdan e. Di vê wateyê de divê gelê Dîcleyê vî kesayetî wekî vîn û muxatab nebîne û îtîbarê pê neke. Ji bo vê yekê divê baş were zanîn ku di heqîqeta dîrokê de kesên ku pişta xwe li gel û vîna jinan badane û bawerî bi seray û seltenetan anîne, dîsan dem û dewran dizivire û bi têkoşîna gel û jinan diçin wî cihî ku aîdê ye, ango diçin nava rûpelên qirêj ên dîrokê.

Jin dê tu carî dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin!

Kesên ku bi zîhniyeta qeyûman re tevdigerin ku dijminê jin û îradeya gel e, bila bizanin ku jin dê tu carî dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin. Me duh çawa li hember polîtîkayên qirêj ên desthilatdar û şerê taybet stûyê xwe xwar nekir, em ê îro jî xwar nekin û têkoşîna xwe bi biryardarî berdewam bikin. Hûn ê nekarin bi zext, gef û eqlê xwe yê desthilatdarê rê li ber jinan bigirin ku têkoşîna xwe nemeşînin. Desthilatdariya AKP û zîhniyeta qeyûm bila bizanin ku jin dê stû li ber zîhniyeta we ya nêrane xwar nekin.

TJA
7 Ocak 2021

You may also like...