Ji çapemenî û Raya Giştî Re

 

Nûnerê me yê vê serdemê Ayşe Gokkan vê şeveqê bi êrîş kirina   li ser mala wê de hate girtin. Ji 14ê tîrmehê û vir ve du car hatiye binçavkirin, çend çaran îfadeya wê hatiye girtin û bi dehan dosyeyên wê tên dîtin. Vê êrîşa arasteyî Ayşe Gokkan feraseta desthilatdariya nêrî ya ku bi polîtîkayên dijminatiya jinan berdewam e, îro careke din rastiya xwe derxistiye holê. Feraseta zayendî ya faşîst û milîtarîst a ku dixwaze têkoşîna me ya jinan krîmînalîze bike, bi belavkirina êrîşên xwe yên li her qadê, armanc dike ku têkoşîna me ya azadiyê ya jinan bêbandor bike. Em van êrîşên li hemberî vîna jinan ji talankirina mafê nefeqeyê, ji peymana stenbolê, ji pergala hevserokatiya me û ji tayînkirina qeyûman dizanin.

Desthilata AKP-MHPê naxwaze jin ji malan derkevin û bibin îradeya siyasî. Em ji vir careke din bang dikin; me li hemberî polîtîkayên we yên dijminatiya jinan serê xwe netewand û em ê netewînin. Em ji yên ku me tine dihesibînin û vîna me nas nakin re dibêjin ku, tiştekî ku hûn nizanin heye, ew jî ti desthilatdar berxwedana me hilneweşandiye û têk nebiriye. Ên ku difikirin têkoşîna me ya azadiyê ya jinan bêbandor bikin, ketine nav sergêjîyekî pir mezin. Bi binçavkirin û girtinan hûn nikarin jinan bêdeng bikin û têkoşîna me  asteng bikin.

Em ê ti car ji têkoşîna xwe ya azadiya jinan paşve gav neavêjin. Me peyama we pir baş girt. Em jî dibêjin, wek ên beriya me digotin kolan ên me ne, têkoşîn jî ya me ye! ‘Berxwedan Jiyan e’, em jî wek peyrewên wan di çarçoveya kampanyaya Em Xwe Diparêzin de em ê bersivê bidin. Li ser vê bingehê di şexsê Ayşe Gokkan de têkoşîna hevalên me yên jin ên ku di bin çavan de didin, têkoşîna me ye jî. Em ê di baweriya xwe ya têkoşîna azadiya jinan de paşve gav neavêjin û nekevin dubendiyan. Di vê çarçoveyê de em ê ti car dev ji têkoşîna xwe bernedin.

Ayşe Gokkan a ku bi awayekî bêhiqûk hatiye binçavkirin divê  demildest bê berdan.

(TJA) Tevgera jinên Azad

You may also like...