Newroz Nîşaneya Vejînê ye!-21.2024 Amed

Kedkarên çapemeniyê, jin, dayik û ciwanên hêja, nûnerên partî, sazî û rêxistinên demokratîk em xêrhatina we hemûyan dikin. Em îro ji bo eşkerekirina deklerasyona Newroza 2024’an hatine cem hev.

Wekî tê zanîn, Newroz nîşaneya vejînê ye. Bi taybetî vejîna gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyaya qedîm. Ev vejîn, di heman demê de alaya jiyan û azadiyê ye, alaya têkoşînê ye li dijî serdest, zilimkar û yekperestan.

Û ev ala, ev jiyan û vejîn daye der ku li cihên ku zilm, tundî, qirkirin, tunehesibandin, bêedaletî û neheqî hebe, helbet dê li wir berxwedan û têkoşîn jî hebe. Li cihê ku têkoşîn û berxwedan lê hebe, helbet dê li wir ruhê Newrozê jî her li dar be û her bi ruh û can be. Ji lew re Newroz, berxwedan e. Ya ku felsefeya Newrozê nîşanê me daye, ev e.

Wekî her salê, em îsal jî Newrozê di şert û mercên cuda de pêşwazî dikin:

Di şert û mercên tundiyeke dijwar de, tundiyeke bi taybetî li ser jinan û bi giştî li ser tevahiya civakê.

Di şert û mercên qirkirina jinan de, qirkirineke pir xedar û hovane.

Di şert û mercên polîtîkayên şerê taybet de ku li welatê me ji bo bişavtin û qirkirina ciwanan û jinan, bişavtina ziman û çanda me her tiştî mubah dibîne.

Di şert û mercên tecrîdeke mutleq a li ser birêz Abdullah Ocalan de ku li tevahiya civakê û girtîgehan belav bûye û dibe sedema kûrkirina pirsgirêkan.

Di şert û mercên hilbijartinên xwecihî de ku derfeteke mezin e ji bo pêkanîna demokrasiyeke radîkal û rêveberiyeke bi reng û dengê xwe.

Û ya herî girîng jî di şert û mercên felsefe û berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî”yê de ku bi pêşengiya jina kurd bûye cihê hêvî û rizgariyeke mezin ji bo hemû jinên cîhanê û azadiya civakê.

Wekî her salê, em ê îsal jî bi vê ferasetê, bi vê felsefe û berxwedanê agirê Newrozê gur bikin. Wekî her salê em ê îsal jî bi reng û dengê jinê agirê berxwedanê gur bikin. Alaya berxwedanê ya Zekiye, Rahşan û Semayan ku bi agirê Newrozê li ba bikin, bilind bikin.

Lewma banga me; bi taybetî li kirdeya sedsala 21’emîn hemû jinan û rêxistinên jinan û bi awayekî giştî li hemû gelan ew e ku em bi dirûşmeya “Rabe, Dema Azadî û Serkeftinê ye” bi ruhê Newrozê piştevanî û tifaqa xwe berfireh û xurt bikin. Ji lew re tenê bi vî ruhî avakirina jiyaneke azad, wekhev û demokratîk pêkan e. Bi vî ruhî em dikarin bibin yek û nirxên xwe yên hevpar biparêzin û xurt bikin. Em bi vî ruhî dikarin rê li ber qirkirin, tundî, kedxwarî û dagirkirinê bigirin û bi vî ruhî siyaseta demokratîk, aştiya civakî û aramiyê ava bikin.

Ruhê Newrozê azadiya jinê û azadiya gelan e.

Newroz vejîn e, Newroz hêvî ye, Newroz aştî ye.

Bijî Newroz!

Tevgera Jinên Azad (TJA)

You may also like...