Nîşeyek ji Dîroka Me;

Di 23ê Pûşbera sala 2015an de ji aliyê Kongreya Jinên Azad (KJA)yê ve kampanya bi şîara “Ji Ocalan re Azadî” (Öcalan’a Özgürlük) hatibû lidarxistin.

Di 23ê Pûşbera sala 2012an de Tevgera Jina Azad a Demokratîk (DOKH) bi rêgezên siyaseta demokratîk kampanya bi şîara “Ji Ocalan re Azadî, Ji Qirkirinê Na” () hatibû lidarxistin.

Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) di 21ê Pûşbera sala 2014an de kampanya bi dirûşama” Jin ji bo Azadiya Rêbertî û Azadiya Xwe di Çalakiyan de ne” li navçeya Bazîdê ya Agirîyê mîtîngek lidarxistibûn.

Me wek Tevgera Jinên Azad a Demokratîk(DOKH)di sala 2010an de ji bo têkoşîna li dijî“çanda tecawizê”ya ku ji aliyê pergala mêrsalariyê ve hatiye avakirin,bi şîara“Em Civaka Azad a Demokratîk Biafirînin,Çanda Tecawizê ji Holê rakin”kampanya dabû destpêkirin.

Dîmenek ji klîba me ya bi şîara “Sed Jin Sed Deng” a di çarçoveya xebatên Kampanya me ya bi şîara “Em Xwe Diparêzin” de ya mohra xwe li mitîngên 8ê Adara sala 2021an dabû.

Di 30ê Gulana sala 2014an de bi dirûşma “ji bo Rêbertî-Azadiya Jinan”kampanya ji aliyê Tevgera me ya Tevgara Jinên Azad a Demokratîk(DÖKH)ve hatibû destpêkirin. Starta kampanyayê bi meşeke girseyî ve ji naveçeya Rezan heta Parka Koşuyoluyê hat lidarxistin.

Me wek Jinên Kurd, di navbera 31 Çile-1 Sibatê ya sala 2015an de Kongreya Jinên Azad(KJA)ava kir. Bi “destxistina kesayeta hiqûqî”jî bû komele û di 29ê Gulanê de jî bi şahiyeke herî mezin û bi coş ve hat vekirin. Di 12 Mijdara sala 2016an de jî hat girtin.

Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku ev bi salan e di bin tecrîteke giran de ye, di peyama xwe ya ku di 26ê Gulana sala 2019an de şandibû de daxwaza rawestandina grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengtîya aktivîsta me û Hemseroka KCDê Leyla Guven kiribû.

Di 26ê Gulana sala 2016an bi pêşengtîya Kongeraya Jinên Azad ( KJA)yê xebata “Konê Kermezan” a ji bo piştgirî û piştevaniya malbatên me yên Cizîr û Sûrê li kolana Yilmaz Guney a Êlihê hat vekirin. Bijî Hevkariya Jinan!

Kürt kadın hareketi olarak, erkek egemen sistemin yarattığı ‘tecavüz kültürü’ ile her alanda mücadele etmek için “Demokratik Özgür Toplumu Yaratalım, Tecavüz Kültürünü Aşalım” sloganıyla 2010 yılında bir kampanya gerçekleştirmiştik.

Kadınlar olarak, Amed’de 24 Mayıs 2014’te gerçekleştirdiğimiz 3. Türkiye Kadın Belediye Başkanları Buluşması’nda “Kadın Belediye Başkanları Girişimi” oluşturulmasına karar vermiştik.

You may also like...