Nîşeyek ji Dîroka Xebatên Me;

Me bi Meclisa Jinan a HDPê re hevpar di çarçoveya kampanya “Têkoşîna Jinan Her Derê ye” li Qada Kocamustafapaşayê ya Fatîhê bi Pankarta li ser “Em li dijî îstîsmar, darvekirin û qeyûman li her derê ne” hatibû nivîsandin çalakî lidarxistibû.

Me di 29ê Pûşbera sala 2019an ji bo 33 kesên ku di êrîşa çeteyên DAIŞê yên li navçeya Pîrsûsa Rihayê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Qesra Gazî Paşa ya Amedê çalakî lidarxist û ji bo jîndariya 33 canan şitilên daran çandin.

Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) ê di 26ê sala 2014an de di çarçoveya Kampanyaya “ Jin ji bo Rêbertî û Azadiya Xwe Di nava Çalakiyê de Ne” li Nisêbîna rengîn a Mêrdînêbi dirûşma “Çareserî û Azadî” mîtîngek hatibû lidarxistin.

Ji aliyê Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) ve di 26ê Pûşbera sala 2014an de çarçoveya kampanya bi şîara “Jin ji bo Rêbertî û Azadiyê Xwe Di nava Çalakiyê de Ne” hatibû destpêkirin, li Parka Musa Anterê ya Wanê mîtîngek hatibû lidarxistin.

You may also like...