Roja Dayîkan li hemû dayîkên bi rûmet hezar car pîroz be!!

 

Jin bi keda dilê xwe û xwêdana eniya xwe li ser vê axa pîroz bi hezaran nirx afirandiye. Bo vê her tim navê jin bi afirînêrî û jiyanê re bûye yek. Ji axê re avê re mirovahiyê re û hemû xwezayê re bûye dayik û derguşa xwe de civakbûnê mezin kiriye. Ji ber vê ye, pîrozbûna dayikbûyînê li ser hemû nirxan de cihê xwe girtiye. Her gotina ku ji devê dayikan derketiye bûye bingeha exlaq û civakbûyînê, her gavê ku gihiştiye axê li wir kulilkên bihûştî zîl daye, her rondikê ku ji çavê wan bariyê bûye şîn û lorikên dîrokî.

Ev hêza dayikî xwe bi çend hezar sal e parastiye, hiştiye ku mirovahî cevhera xwe jibîr neke. Ji ber vê yekê îro li ku deng û rengên dayikê hebe li wir hebûn, çand û avakarî heye. Ji ber vê yekê li ku derê hebûna dayikan hebe li wir ji bo civak şahî, serbilindî û serfirazî; ji bo desthilatdariyê jî tirs, hêrs û taritî heye.

Ji bo gelê Kurd jin û dayik çi qasî bingeha civakbûnê be ewqas ji navê pêşengtî û serbilindiyê ye. Ronahiya ku bi destê Dayika Uweyş mezin bûye heta roja me ked û berdelên Dayikên Kurdan de gihiştiye qêrînekî gerdûnî. Di tarîtiya 12ê Îlonê de ku li ser me qirkirin hatibû ferz kirin dayikên me bê tirs xwedî zarokên xwe derketin. Hember zilma ku ser serê me dibariyan Dayikên Me geh bûn Dayikên Şemîyê geh bûn Dayikên Aşitiyê geh bûn Dayikên Laçikspîyê geh jî bûn Dayikên Adaletê û nehiştin ku civak ji rûmeta xwe dûr bikeve, nirxên mirovahiyê dûr bikeve.

Lewma Pergala faşîst herî zêde ji dayikan ditirse. Dixwaze bi girtin û tecrîtkirinê wan ji sekna xwe dûr bixe. Îro bi dehan dayîkên Kurdan tevî hemû nexweşî û pirsgirikên xwe di zindanan de tên girtin. Di şexsê Dayika Xalisê de êşên herî mezin bi me didin kişandin. Di şexsê Dayika Taybet de şerma mirovahiyê li me ferz dikin. Di şexsê Dayikên Şemiyê de dixwazin rûmeta xwe bidin jibîr kirin.

Îro di qêrîn û lorikên Dayika Emîne Şenyaşar de em hêz û biryara jinên Kurd carekî din dibînin. Dayê Emîne ji kujerên zarokên xwe hesap dipirse. Ji vê pergala rizî hesap dipirse. Hemû mirovên bêvîcdan hesap dipirse. Bi sekna xwe vîcdana raya giştî derdora xwe de kom dike û her roj ev qêrîn mezin dibe.

Ne tenê Kurdistanê, em berê xwe bidin ku, li wir çiroka berxwedan û êşe di dilê dayikan de tê hunandin. Îro Li Gazzeyê mirin ser serê gelê Filistînê dibare, dewleta qirker li hember qêrîn û hewara dayikan kujeriya xwe her roj diçe zêdetir dike. Di şexsê dayika Îsmaîl Korkmaz de Dayikên Gezîyê gera xwe ya adaletê berdewam dikin. Dayika Gulistan Doku ev çend sale kujerê keça xwe digere. Her roj bi sedan jin rastî qirkirina cinsî tên û dayikên wan ji bo pêşî girtina qirkirina jinê li her derê cîhanê doza azadiya jinê bilindtir dike. Tevî hemû zext û zordariyê, hemû êş û elemên xwe jî îro pêşengiya dayikan de şerê hebûn û rûmetê li ser vê axê bilind dibe.

Îro Roja Dayikan e. Pergala ku ji şîrê dayika pîroz para xwe negirtiye xwe li hember daxwaza dayikan ker û lal kiriye. Bi wesileya vê rojê em jî carêk din daxwaza xwe ya aşitî û azadiyê bi dengekî bilind diqîrin. Waye xuya ye îro ji zindanan heta kolanan ji Dayika Eminê heta Dayikên Adaletê; ji Dayîkên Plaza De Mayo heta Dayikên Şemiyê dayikên me hember zordariyê xwe kirine sîper û xwedî dîroka xwe derdikevin.

Hezar silav ji wan jinên serbilind re. Ew ji bo rûmeta gelê xwe berxwedidin û em ê jî ji bo bibin layiqê keda wan tekoşîna xwe mezin bikin. Roja Dayîkan li hemû dayîkên bi rûmet hezar car pîroz be!!

 

Tevgera Jinên Azad (TJA)

You may also like...