Têkoşîna ku em ji Sarayan ta Sêvêyan bi Evînê dimeşînin dê qet bi dawî nebe!

Dîroka mirovahiyê gelek caran hem şahidiya êrîşên faşîst û zayendperest, hem jî şahidiya berxwedanên li dijî wan kiriye. Li Domînîkê Mîrabelan, li Almanyayê Rosayan, li Kurdistanê jî Sakîneyan, Sêvêyan û gelek jinên ku em nikarin navên wan bijimêrin vê yekê nîşan didin. Heman êrîş li Xezayê, li Sinê, li Efrînê niha jî didomin.

Van êrîşên bi pergal ên pergala serdest a mêrsalar a ku bi awayekî giştî hebûna jinê ji xwe re dike armanc, herî zêde jî li dijî bedena jina Kurd tên kirin. Vê hişmendiya ku kesayetên pêşeng ên şoreşa jinê û jinên Kurd ên ku nûneriya bîrdoziya vê şoreşê dikin ji xwe re dike armanc; dewleta qirker, mêtinger û faşîst bixwe ye.

Di 9ê Rêbendana 2013an de, li paytexta Fransayê, Parîsê, sê pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdan, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi reşkujiyeke bêbext a navneteweyî hatin qetilkirin. Wek domahîlka vê reşkujiyê, di 5ê Rêbendana 2016an de, li Silopyayê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar bi bêbextî hatin qetilkirin. Em dizanin ku ev êrîşên faşîst li hemberî nasnameya Kurd û têkoşîna jinê ya ku di çarçoveya paradîgmaya civaka “Demokratîk, Xwezaparêz û Azadîparêziya Jinê” ya ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye bipêşxistin û wek jinên Kurd, em azadiya xwe tê de dibînin de, tên kirin.

Ligel ku delîl û belgeyên der barê van qetliyaman de bi zelalî li meydanê ne jî, kiryar û berpirsên rastîn heta roja îro jî nehatine eşkerekirin û bûyer nehatiye zelalkirin. Ev yek bi tu awayî ne tesaduf e. Her wekî ku careke din, li paytexta Fransayê, li Parîsê, di 23yê Berfanbara 2022yan de, bi demeke kin beriya 10emîn salvegera qetliyama 9ê Rêbendanê ya li Parîsê, Evîn Goyiya ku di tevahiya jiyana xwe de têkoşîna azadiya jinê meşandibû bi reşkujiyeke navneteweyî hat qetilkirin jî ne tesaduf bû.

Kesên ku jinên Kurd qetil dikin û bi vî awayî dixwazin berxwedanê bişikênin, tirs û xofê belav bikin û xeta berxwedanê lawaz bikin divê baş bizanibin ku; Têkoşîna ku em ji Sarayan ta Sêvêyan bi Evînê dimeşînin dê qet bi dawî nebe! Li hemberî van êrîşên dijminane yên ku bi awayekî hûrgilî hatine hesabkirin û plansaziya wan hatiye çêkirin, em ê her û her xwedî li mîrateya azadiyê ya hevrayên xwe derbikevin û berxwedana xwe mezin bikin. Lêgerîna edaletê ya rasateqîn a ji bo dîtina kiryarên rastîn ên van qetliyamên faşîst ên li dijî Kurdan û jinan jî parçeyek ji berxwedana me ye.

Em wek TJA, li cihê beriya ku Nagîhan Akarsela ku dîsa di encama êrîşeke bêbext û faşîst de, di 4ê Cotmeha 2022yan de li Silêmaniyê, li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin bi demeke kin, di nivîsa xwe ya bi navê “Pêdiviya me bi dengekî heye ku bangî berbangeke hest û ramanê ya serdemê bike heye” de qîriyabû ne. Em soz didin ku em ê vî dengê ku wek “Jin Jiyan Azadî” niha li her derê olan dide berz û bala bikin û em di serî de jinên Kurd, bangî tevahiya jinên Tirkiyeyî û cîhanê dikin ku li hemberî van êrîşên faşîst, li gel têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd cihê xwe bigirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA)

You may also like...