Ji Çapemenî û Raya Giştî re

 

Di vî welatê ku em her şeveqê bi operasyonên qirkirina siyasî yên derbarê Kurdan, jinan û muxalîfan de radibin, polîtîkayên dijminatiya jinan ên îtifaqa nêrî ya AKP-MHPê her ku diçe zêdetir dibin. Di operasyona navenda Enqereyê de hevalên me yên jin ên ku hatin girtin; Ayla Akat Ata, Gulfer Akkaya, Berfîn Kose, Bîrcan Yorûlmaz, Pervîn Odûncû û Emîne Ayna di encama polîtîkayên dijminatiya jinan ên vê desthilatdariyê  de hatin girtin. Vê êrîşa arasteyî Meclîsa Jinên HDPê û Tevgera Jinên Kurdan û polîtîkayên faşîst ne nû ne, hevbendiya nêrî ya AKP-MHPê kengê bitengije êrîşê vîn û têkoşîna jinan kiriye. Em vê ji hevalên me yên ku rehîn hatine girtin dizanin. Em baş dizanin ku binçavkirin û girtina me tê wateya çavtirsandin û tepisandina têkoşîna me. Bi derketina me ya rê ya ji bo têkoşîna li hemberî zîhniyeta desthilatdariya nêrî, em pir baş dizanibûn ku em ê bi yên ku vîna me nas nakin û yên ku me tine dihesibînin re rastî hevdu bên. Lê; tiştek heye ku hê hîn nebûne, ew jî ti desthilatdarek berxwedana me netepisandiye û tine nekiriye. Eger ferz dikin ku dê me bi operasyonên qirkirina siyasî biqutifînin, dê ev nîşan bide ku di nav şaşiyekî pir mezin de ne. Em wek TJA ji têkoşîna xwe ya azadiyê ya li hemberî feraseta nêrî ya zayendî, milîtarîst, faşîst û êrîşker re me ti car paşve gav neavêt û em ê neavêjin. Li her qada jiyanê em ê têkoşîna xwe ya jinan bilind bikin û rêxistina xwe xurt bikin. EM XWE DIPARÊZIN û EM Ê XWE BIPARÊZIN.

 

(TJA) Tevgera Jinên Azad

You may also like...